CÎK bi rojeva ji nû ve avakirinê kom civiya
CÎK bi rojeva ji nû ve avakirinê kom civiya
CÎK bi rojeva ji nû ve avakirinê kom civiya
Tevgera Îslamiya Kurdistanê ji ber pirsgirêkên ku di cîvana dawiya heftiyê li bajarê Elmanya Hagenê pêk anî de çêbûyîn û rêyên wê yên çareseriyê nîqaş kirin.
Tevgera Îslamiya Kurdistanê (CÎK) bi rojeva pêşketinên siyasî yên dawî û ji nûda avakirinê civînek li darxistin. Civîna ku ji Elmanya, Hollanda û Fransa 70’ê delege beşdar bûyîn bi xwendina Quranê destpê kirin.
Ji bo dîwana civînê Nizamettîn Toguç, Mele Muhyeddîn û Mele Şafî hatin hilbijartin.
Di vekirinê de endamê dîwanê Mele Muhyeddîn û Mele Şafî ku axivîn, diyar kirin ku pêwiste Kurd li hemberî Îslama sextet bi yek biryarê tekoşînê bimeşînin.
Nizamettîn Tugoç jî ji herêmê destpê kir û got ku wan bi meclîsan re xwebatekî birêkûp bimeşînin bingeh girtiye.
Civîn bi mijarên weke pêşketinên siyasî, ji nûda çêkirin, li hemberî xebartên sexte yên li ser navê Îslamê ku li Tirkiyê û Sûriyê têne meşandin bi rojevên derxistina rûyê rast yê Îslamê dewam kir.
Roje ku pêşketinên siyasal hatin girtina dest siyasetmedarê Kurd û nivîskar Fuat Kav ku peyîvî diyar kir ji bo sîstemekî li Rojhilata Navîn bê çêkirin rêya wê di azadiya Kurdan re derbaz dibe.
Kav diyar kir ku hêzên weke El Nusra, El Qaîde, Huda-Par ne nûnertiya Mûsilmantiyê û ne jî a Îslamê dikin û li ser bangewaziyên cihadperestiyê yên ji bo komkujiyan di ser Kurdan bikin kirin derketine holê.
Piştî Kav ji Enstîtûya Kurd Mirhem Yigit pêşkêşiyekî bi navê “Saîdî Kurdî û Fethullah Gulen” pêşkêş kir.
Yigît ku bal kişande ser Îslama siyasîbûyî û bal kişande ser çêkerên Seîdî Kurdî û Fethullah Gûlen yên dijberî hev jî.
Nûnerên saziyên Kundan jî peyam ji civînê re şandin.