Cîhan bi arezû li serhildan û qetlîaman temaşe dike

Gelek welat li dijî serhildanên gel ên li Rojhilat û Îranê bêdengî hilbijartine, hinek jî bi gotinên ji rêzê û ‘arezû’ li bûyerên diqewin dinêrin.

Di xwepêşanda û raperîna ku piraniya wan ciwan in û li dijî polîtîkayên zextê û gendeliyan rejîmê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê destpê kiriye heta niha 29 kes hatine qetilkirin, hate ragihandin ku bi hezaran kes jî hatine binçavkirin.

Welatên cîhanê piştî bi rojan li hemberî daxwazên gel ên li dijî zextên rejîmê di nava çalakiyan de ne daxuyaniyên kurt didin.

NY BÊDENG E, YE BÛYERAN DIŞOPÎNE

Neteweyên Yekbûyî (NY) heta niha li hemberî qetlîamên hatine kirin ti daxuyanî nehatiye dayîn, Yekîtiya Ewropayê wiha got: “Di wê hêviyê de ne ku divê mafê gel ê xwepêşanana li Îranê bixin gerantiyê.” Duh Nûnera Bilind ê Berpirsê Polîtîkayên Ewlekarî û Têkiliyên Karê Derve yê YE’yê Ferderîca Mogherînî daxuyaniyek dabû û gotibû divê rêz bê dayîna mafê xwepêşandanên gel û anîbû ziman ku ‘Bûyeran dişopoînin’.

RÛSYA LI DIJÎ MUDAXELEYA DERVEYE!

Rûsya ya ku bi taybet di mijara Sûriyeyê de tê zanîn ku bi Îranê re di nava peymanan de ye, diyar kir ku ev tiştên diqewimin ‘mijarên navxweyî’ ne. Li gorî daxuyaniya ji aliyê Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê ve hate kirin, hêvî kiribû ku xwepêşanana ne vegere şidetê û xwîn ne rijin. Her wiha Rûsya anîbû ziman jî li dijî ‘mudaxeleyekî li derve’ ne.

LI GORÎ TRÛMP JÎ BERSIVA GEL A LI DIJÎ BERTÎL Û ZEXTÊ YA RÊVEBERIYÊ YE

Serokê DYA’yê Donald Trûm pê li dijî rêveberiya Îranê bi daxuyaniyên tund tê nasîn û peymana nûkler a 2015’an di meha Cotmehê de vekişandibû, diyar kir ku xwepêşandan bi maf in. Trûmp diyar kir ku weke duh gotibûn îro jî heman tişt got: ‘êdî demê guhertinê hatiye’.Trûmp got: “Di dawiyê de welatiyên Îranê li dijî vê rejîma bertîlxwe û zextê ketiye nava tevgerê.

ÎSRAÎL: EM XWE TÊKELÎ KARÊ HUNDIRÎN NAKIN

Ji Îsraîl a di gelek mijaran de Îranê sûcdar dike jî peyama wê xwe têkelî karê welat ên navxweyî nekin. Wezîrê Karê Sîxûriyê yê Îsraîlê Îsraîl Katz jî anî ziman piştgiriyê didin xwepêşandanan, lê binî xetkir kû xwe têkelî karê navxweyî yên welat nakin. Katz got: “Em ji têkoşîna demokrasî û aştiyê ya gelê Îranê re serketinê dixwazin.”

BRÎTANYA: DIVÊ RÊ BÊ DAYÎNA ÎFADEYA AZADIYÊ:

Yek ji welatên din ê ku rêveberiya Îranê sûcdar dike Wezîrê Karê Derve yê Brîtanyaya Mezin Borîs Johnson jî anî ziman ku divê pirsgirêkên di xwepêşandanan de tên ziman divê bi awayekî meşrû bê gotûbêjkirin. Johnson alî daxwazî dûrî şidetê kirin, divê rejîm jî li gorî rêgezên mafê mirovan tevger bike.

ELMANYA JI MIRINA BIFIKAR E

Elmanya jî daxuyaniyek nêzî YE’yê da. Wezîrê Karê Derve yê Elmanya Sîgmar Gabrîel anî ziman ku ji ber kuştinên ji aliyê hêzên rejîmê ve tên kirin ‘bi fikar in’. Gabrîel ê di roja 5’an a xwepêşanan de axivî, anî ziman ku mafê azadî û îfadeyê ya bi rêya aştiyane ya xwepêşananan heye.

WEZÎRÊ PARASTINÊ YÊ FRANSA WÊ SERDANA XWE YA JI BO TEHRANÊ BETAL NEKE

Wezîrê Karê Derve yê Fransayê jî daxuyaniyek da û got: “Otorîteriya Fransa bûyerên ku li Îranê diqewimin ji nêz ve dişopînin. Mafê xwepêşandanan mafekî rewa ye. Bi wê ve girêdayî bidestxistina agahiyan jî mafekî rewa ye.

Wezîrê Parastinê yê Fransa Jean-Yves Le Drîan serlêdana ku wê roja Înê ji bo Tehranê jî bike wê di vê astê de be.