Çîçek piştrast kir ku wê destora bingehîn ji nûde neyê çêkirin!
Çîçek piştrast kir ku wê destora bingehîn ji nûde neyê çêkirin!
Çîçek piştrast kir ku wê destora bingehîn ji nûde neyê çêkirin!
Serokê Meclisê Cemîl Çiçek biryara Komisyona Hevkirina Destora Bingehîn a “wê ji sifirê de destorekî bingehîn neyê çêkirin” diyar kir û biryara şandina nivîsîna ji partiyan re da.
Komisyona Hevkirina Destora bingehîn a Meclisê di bin serokatiya Serokê Meclisê Cemîl Çîçek de civiya.
Di civîna ku komisyonê xebatên xwe yên heya niha raxistin ser masê de, diyar kirin ku ji pirsên “Bese, yan jî berdewam be?” bersivê digerin. Piştî ku civîna nêzî 3 saetan berdewam kir şûnde daxuyaniya yekem ji aliyê Alikarê Serokê Giştî yê AKP’ê Mehmet Alî Şahîn ve hate kirin. Şahîn ku bersiva rojnamevanan da wiha got: “ Serokê me yê Meclisê niha di vê komsiyona çaran de wê destorekî bingehîn ji sifirê de çêneke piştrast kir. Diyar kir ku wê vê rewşê bi şêweyekî nivîsîn ji navendên giştî yên hemû partiyan re bişînin. Diyar kir ku ewê li gorî bersivên ji van cihan werin tevbigerin û civîn xilas kir.” Li ser pirsa “Em dikarîn bêjîn di aliyekî de eqûbeta civînê ji rêveberan re hate hiştin?” Şahîn bersiva “ belê em dikarîn wisan bêjîn” bersiv da.