CIA bi mehane ‘serhildêran’ li Tirkiyeyê perwerde dike!

CIA bi mehane ‘serhildêran’ li Tirkiyeyê perwerde dike!

Li gorî rojnameya Los Angelse Times ya Amerîkayê, bi mehane CIA û hêzên taybet ên Amerîkayê “serhildêrên” Sûriyeyî li Tirkiye û Urdunê perwerde dike.

Ev programa perwerdeyê ku demek dirêje tê bilêv kirin, tê diyarkirin ku di meha Mijdara 2012’an de li baregehek ya Amerîkayê ya dikeve başûrê rojavayê Ammanê destpê kiriye. Ji fermandarek yê muxalefetên Sûriyeyê agahî dan rojnameyê û got, ji bo 20 heta 45 şervanan, dewreyên du heftiyane têne kirin. Agahî dide ku, ji bo şervanên Artêşa Sûriyeya Azad bikarin çekên giran li dijî çek, antîtank, fuze û balefiran bikar bînin perwerde dibînin.

Di daxuyaniya ku Qesra Spî di 13’ê Hezîranê de kiribû, dabû diyarkirin ku ew dê alîkariya leşkerî bidin “serhildêran”, lê belê di derbarê ka dê çekan bidin komên çekdar an na daxuyaniyek fermî nehatibû dayîn.

Pispor didin diyarkirin ku, Washington dê çekên giran û sofîstîk nedin, ew dê meteryalên sivik bidin. Kovara Alman a Der Spieegel, di nûçeyek xwe ya 16’ê Hezîranê de nivîsî bû ku, ji bo li dijî balefirên Beşar Esad şer bikin, pêş dîtin kiribû ku fuzeyên ji erdê bo hewayê ji komên çekdar ên Erebîstana Siûdî re bişîne.

Tê zanîn ku, CIA li gel hêzên taybet ên Amerîkayê li gelek deverên cîhanê gelek komên çekdar perwerde kirine û biawayek veşartî çeka dide wana. Têkildarî nûçeya Los Angeles Times heya niha ne Qesra Spî, ne jî CIA daxuyaniyek nedaye.

Wezîrê Derve ê Amerîkayê John Kerry dê tevlî civîna “Dostên Sûriyeyê” a roja Şemiyê li Qatarê pêk bê bibe. Kerry dê li vir li gel deh welatan li ser di nav de alîkariya leşkerî jî heyî ji bo koordînek kirina alîkarî dayîna komên çekdar ên li Sûriyeyê bisekine.

Civîna navnetewî ya binavê Cenewre 2 ku tê plankirin di bin pêşengiya Moskowa û Washingtonê bê kirin de jî, dê di rojeva civîna Qatarê jî de be.