CHP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir

Wekîlên CHP’ê, serdana malbata Şenyaşara ku berxwedana Edaletê didomîne kir.

Serdanên piştevaniyê ya ji bo Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşara di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya girêdayî Rihayê di êrîşa parêzvan û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Xelîl Yildiz de hevjîn û du kurên xwe windakirî û di heman êrîşê de kurê wî Ferîd Şenyaşar birîndar bûyî re didome.

Parlamenterên Stenbolê Elî Şeker û yê Bûrsayê Orhan Saribal ên CHP’yî malbata Şenyaşar ziyaret kirin.

Şandeya CHP’ê gotin: “Edalet ji bo herkesî/ê pêwiste.”