ÇHD Îzmîr: Em li gel hiqûqnasên Kurdistanê ne

ÇHD Îzmîr: Em li gel hiqûqnasên Kurdistanê ne

Ji ber peyva 'Kurdistan' a di Komeleya Hiqûqnasên Kurdistanê de Walîtiyê destûr neda vebe, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Şaxa Îzmîrê nerazîbûn nîşan da û got: “Di lêpirsîna der barê hempişeyên xwe de em ê li rex wan bin.”

Komeleya Hiqûqnasên Kurdistan a beriya niha bi demekê li Amedê hat avakirin û daxwaznameya damezrandina wê ji Walîtiyê re hat pêşkêşkirin bi sedema peyva ‘Kurdistan’ Walîtiyê destûr neda vekirina komeleyê û tevî vê jî der barê rêveber û parêzerên komeleyê de lêpirsîn da destpêkirin. ÇHD Şaxa Îzmîrê li ser vê yekê nerazîbûn nîşan da.

Di daxuyaniya komeleyê de hat gotin ku Komeleya Hiqûqnasên Kurdistan a hat xwestin li Amedê bê avakirin ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve bi sedema dijberî destûra bingehîne nehat qebûlkirin, der barê parêzer û rêveberên komeleyê de gilî hat kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku sedema neqebûkirina vê jî ‘Kurdistan’ e û wiha hat gotin:

“Feraseta rêvebirina dewletê ya duh kesên ku digotin ‘Kurd hene’ dikirin girtîgehan û li hemberî Kurdan sûc dikirin îro jî bi nenaskirina Kurdistan û qedexekirina wê bi heman zîhniyetê sûc dikin. Ji ber hûn û dadgehên we qebûl nakin Kurdistan tune nabe. Kurd yek ji gelê qedîm ê Rojhilata Navîn e û Kurdistanê jî herêmeke girîng a Kurd û gelên cuda lê dijîn. Vê rastiyê ti biryareke îdarî û darazî nikare biguhere. Piştevaniya xwe ya bi Komeleya Hiqûqnasên Kurdistanê re ku em bi raya giştî re parve dikin em vê qedexeya bê wate şermezar dikin û em destnîşan dikin ku di lêpirsîna hempîşeyên me de em li gel wan in.”