Cezayê polîsê Comert qetilkirî hat diyarkirin

Cezayê polîs Ahmet Kûş ê kujerê Abdulah Comert e, weke 6 sal, 10 meh û 15 roj hat diyarkirin.

Di rûniştina doza têkildarî Abdullah Comert ê di berxwedana Gezî ya Hatayê de ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin, darazê ji dosyaya ji nû ve darezandina bersûc polîs Ahmed Kuş bi hinceta ‘bi zanabûn kuştinê’ 6 sal, 10 meh û 15 roj cezayê girtîgehê erê kir.

Piştî biryara ku ji aliyê dozger ve hatî dayîn Kûş hat girtin û xistin zindanê.

Bersûc polîs Ahmet Kûş berê li Balikesîrê ji aliyê 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Baliesîrê ve bi sûcê “Bi zanabûn kuştinê” 13 sal û 4 meh ceza lê hatibû birîn, lê belê ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibû xirakirin.

Parêzera malbata Comert Hatice Can biryara cezayê polîsê bersûc bi rêya Twîtterê ragihand.

Can got: “Cezayê hatî dayîn li gor me kêm e. Dozger ne li Antakya ya ku bûyer lê pêkhatî, bi pêkanîna darezandinê li şûna Antakyayê li Baliesîrê, mafê me yê edaletê hatiye sînordarkirin û binpêkirin.Dadgeha ku darezandin kirî, cihê bûyerê jî lêkolîn nekiriye. Ji bo her rûniştinê en neçar man ku 1200 kêlometre rê biçin û bên.”