Cezayê gotina ‘komkujiyê’ li nûçegihan Ertaş birîn
Nûçegihan Mehmet Alî Ertaş li ser Komkujiya Enqerê ya 10’ê Cotmehê di parvekirineke xwe de ji ber ku ‘komkujî’ gotibû hate darizandin. Ceza lê hate birîn.
Nûçegihan Mehmet Alî Ertaş li ser Komkujiya Enqerê ya 10’ê Cotmehê di parvekirineke xwe de ji ber ku ‘komkujî’ gotibû hate darizandin. Ceza lê hate birîn.
Rojnameger Mehmet Ali Ertaş, ji ber têkildarî qetlîama 10'ê Cotmehê ya li Enqereyê di medya civakî de got “komkujî" bi sucdariya “Dewlet biçûk xistiye" û “propaganda rêxistinê kiriye" salek û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Edîtorê Ajansa Mezopotamya (MA) rojnameger Mehmet Ali Ertaş û nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DİHA) ya hat girtin Metin Bekîroglu ji ber parvekirinên medya civakî bi îdîaya “Propaganda rêxistinê” kirine doz li wan hat vekirin. Yekemîn Rûniştina dozê li 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate dîtin. Dozger bi daxwaza ji salekê heta 5 salan ceza xwest.
JI BER PARVEKIRINA QETLÎAMÊ HAT CEZAKIRIN
Dozger parvekirinên Ertaş yên sala 2015'an wekî delîl nişan da û bi sedema têkildarî qetilkirina 10'ê Cotmeha 2015'an a Enqereyê bi îdîaya peyva “qetlîam" parve kiriye parvekirina Ertaş sûc dît.
SALEK Û 3 MEH CEZA LI ERTAŞ BIRÎ
Dozger xwest Ertaş bê cezakirin. Piştî parastina parêzer heyeta dadgehê bi îdîaya Rojnameger Ertaş bi parvekirinên xwe “Dewlet biçûk xistiye" û “Propaganda rêxistinê kiriye" salek û 3 meh ceza li Ertaş birî. Ceza taloq kir.
Danişîna doza Nûçegîhanê DÎHA Metin Bekîroglu jî li heman salonê hat dîtin. Dozger xwest ji ber Bekîroglu bi riya parvekirinên medyayê sûc kiriye û “propaganda rêxistinê kiriye" di navbera salek û 5 salan de bê cezakirin. Heyetê piştî îfadeyê doz taloqî 28'ê Sibata 2018'an kir.