Cezayê girtîgehê li axaftina Şahîn ê HDP'î ya beriya 8 salan birîn
Dadgeriya dewleta Tirk 2 sal û meh cezayê girtîgehê li Hevserokê HDP'ê yê Skenderûnê birî, bi hinceta axaftina wî ya sala 2014'an.
Dadgeriya dewleta Tirk 2 sal û meh cezayê girtîgehê li Hevserokê HDP'ê yê Skenderûnê birî, bi hinceta axaftina wî ya sala 2014'an.
Rûniştina doza li dijî Hevserokê HDP'ê yê Skenderûnê Abdûrrahîm Şahîn, ku ji ber axaftina wî ya Tebaxa 2014'an a li çalakiyekê bi îdîaya "propaganda rêxistinê" hate destpêkirin, li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Hatayê pêk hat. Şahîn tevlî rûniştinê nebû.
Heyeta dadgehê bi îdîaya "propagandaya rêxistinê" 2 sal û mehek cezayê girtîgehê li Abdûrrahîm Şahîn birî.