Cezayê 2 salan a girtîgehê li Beştaş a HDP’yî hate birîn
Bi hinceta parvekirinê li ser tevnên civakî bi sûcê ‘Biçûkxistina hikûmet û dewleta Komara Tirk’ 2 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Parlemetera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş hate birîn.
Bi hinceta parvekirinê li ser tevnên civakî bi sûcê ‘Biçûkxistina hikûmet û dewleta Komara Tirk’ 2 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Parlemetera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş hate birîn.
Îro li 8’emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Edeneyê rûniştina doza bi sûcê “Biçûkxistina hikûmet û dewleta Komara Tirkiyeyê” a di derbarê Parlementera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş hatibû vekirin de hate destpê kirin. Parêzerên Beştaşê beşdarî rûniştinê bûn û gotin parvekirinê li ser tevên civakî hatine kirin, di çarçoveya azadiya ramanê de ne û daxwaza berdana beştaş kirin.
Heyeta dadgê daxwaza parêzeran red kir û 2 sal û 3 meh ceza li Beştaşê birîn.
Beştaş, di hesabê xwe yê tevna çivakî de di derbarê kuştina Mahmût Can Çakir ku di 2’yê Sibata 2016’an de li Taxa Barbarosê ya Seyhana Edeneyê ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin parvekirin kiribûn û ji ber di 9’ê Sibata 2016’an de li Edeneyê di derbarê qedexeyên derketina derve yên li Sûr, Farqîn, Şirnex û Cizîrê daxuyanî da, bi sûcê “Biçûkxistina hikûmet û dewleta Komara Tirkiyeyê” doz lê hatibû vekirin.