Cezabirîn û pêkutiya li ser rojnamevanan didome

Ceza li rojnamevanên Evrenselê Çagri Sari û Arîf Koşar hate birrîn û îfadeya Serokê Lijneya Rêveberiyê yê DÎHA’yê ya ku hatibû girtin Zekeriya Guzupek û Edîtorê Kurdî Mehmet Alî Ertaş hate stendin.

Têkildarî doza li Gerînendeyê Karê Nivîsan ên rojnameya Evrenselê Çagri Sari û xwediyê kevn îmtîyazê Arîf Koşar hatibû vekirin, herdu rojnamevan li Stenbolê derketin pêşberî dadger.

Di dozê de parêzer Devrîm Avci diyar kir ku divê muwekîlên wan Sari û Koşar berdin.

Sari û Koşar ên ji ber nûçeya “Polîsan li Nisêbînê gule li gel reşand: 3 kes birîndar bûn” dihatin darizandin, 5 meh cezayê girtîgehê li Sari û Koşar birî. Ji ber ku her du kes ji 3 mehan zêdetir ceza li wan nehatiye birrîn û qenaet çêbûye ku wê careke din sûcekî wisa nekin, biryar hat dayîn ku cezayê girtîgehê were taloqkirin.

ÎFADEYA GOZUPEK Û ERTAŞ HATE STENDIN

Îfadeya Serokê Lijneya Rêveberiyê yê DÎHA’yê ya ku hatibû girtin Zekeriya Guzupek û Edîtorê Kurdî Mehmet Alî Ertaş hate stendin ên ku 31’ê Gulanê polîsan girtibûn ser mala wan û ew binçav kiribûn. Her rojnamevan bi îddîaya ku “li ser navê rêxistinê çalakî kirine” dihatin darizandin.

Pirtûkên di serdegirtinê de hatibûn desteserkirin ji rojnamevanan hate pirsîn û rojnamevanan diyar kirin ku beriya ku ev pirtûk werin qedexekirin kirîne û di karên xwe yên rojnamegeriyê de carinan sûdê ji van pirtûkan werdigirin.

Rojnamevanên ku îfadeyên wan temam bûn, li edliyeyê hate beran.