Ceza li êrîşkarên nîjatperest ên Sakaryayê nayê birîn

Têkildarî êrîşkarên nîjatperest ên li Sakaryayê êrîşî karkerên Kurd kirin biryara ‘neşopandinê’ hate dayîn.

Têkildarî lêpirsîna ‘Sûcê gel rakirina kîn û dijminahiyê’ êrîşa nîjatperest a gundî û karsaz a 4’ê Îlonê li ser karkerên Kurd ên ji navçeya Şermex a Mêrdînê çûbûn Sakaryayê hatibû destpêkirin, biryara neşopandinê hate dyaîn. Parêzerên Buroya Mêrdînê Leyla Kaya, Kemal Erdem, Nûrûllah Omer û Serokê Baroya berê ya Sakaryayê Zafer Kazan wê îtiraza biryarê bikin.

Serokê Baroya berê ya Sakaryayê Zafer Kazan ê li gel parêzeran serdana Dozgeriya Kocaeliyê kirin piştî hevdîtinê daxuyaniyek da û got: “Di dema êrîşê de ji bo karkerên Kurd hatibû gotin ku; ‘Ev der naşibe Mêrdînê, ev der Sakarya ye’. Ev cihêkarî ye. Li wir karkerên ji Duzcelî, Ordu, Trabzonê heba gelo wê bigort; ‘Ev der naşibe Trabzonê’. Dema ku karkerekî Mêrdînî be bi rehetî dikarin vê bêjin. Ev zelal û vekirî cihêkarî ye. Tevî vê cihêkariyê jî biryara neşopandinê hate dayîn. Em ê îtiraza vê biryarê bikin.”