Çeteyê DAIŞ ê Fransa lê digeriya li Tirkiyeyê hat girtin
Çeteyê DAIŞ ê Fransa lê digeriya li Tirkiyeyê hat girtin
Çeteyê DAIŞ ê Fransa lê digeriya li Tirkiyeyê hat girtin
Yek ji kesê ku Midûriyeta Giştî ya Ewlekariya Hundir a Fransa (DGSI) lê digeriya li Tirkiyeyê hat girtin û ew kes şandin Fransayê.
Li gor nûçeya radyoya RTL Murad Fares ê bi eslê xwe ji Fasê û 29 salî ye li Tirkiyeyê hat girtin û şeva Çarşemê şandin Fransa.
Hat ragihandin ku Murad Fares li Haute-Savoîe ya girêdayî bajarê Thonon-les-Baîns dimîne, yek ji kesên serkêşê rêxistina ku elemanan ji DAIŞ re dişîne.
Guman tê kirin ku Fares li Fransa rêxistineke ku şervanan dişîne Sûriyeyê ava kiriye. Bi taybet tê diyarkirin ku di Qanûna 2013’an de komek zarokên Strasbourgî şandiye Sûriyeyê. Dîsa tê gotin ku du zarokên ji Toulousê yên temenê wan di navbera 15-16’an de ji aliyê Fares ve çûne Sûriyeyê.
Piştî ku Fares li Stenbolê ji bo belgeyên xwe yên vegera Fransa tê Konsolosxaneya Fransa rayedarên Fransî ji polîsên Tirk dixwazin ku vî kesî bigirin. Tê gotin ku Fares 16’ê Tebaxê bi awayekî veşartî tê girtin. Fares ê ku mehekê girtî ma, piştî şandin Fransa ev agahî deşîfre bû.
Serwîsên Fransî dixwazin fêm bikin Fares kengî û çima ji Sûriyeyê veqetiyaye. Mijarên pirsê yên wek gelo Fares dixwaze vegera xwe ya Fransa veşêre yan jî tevî ku dizane polîs lê digerin xwe daye dest, hene. Li gor servîsên îstixbaratên Fransa Fares ê di Facebookê de wek Ebu Hesen tê naskirin ji Tîrmeha 2013’an ve li Sûriyeyê ye. Tê ragihandin ku ev kes destpêkê tevlî DAIŞ bûye û paşê jî tevlî El Nusra bûye.
RTL diyar kir ku navê Fares di gelek dosyayên Şaxa antî-teror a Parîsê de cih digire.