Çete ji Sûriyeyê direvin Tirkiye!

Hat diyarkirin ku gelek çete ji Sûriyeyê reviyane Tirkiye. Her wiha hat ragihandin ku dewleta Tirk hêzên leşkerî şandiye Hama.

Hat diyarkirin ku gelek çete ji Sûriyeyê reviyane Tirkiye. Her wiha hat ragihandin ku dewleta Tirk hêzên leşkerî şandiye Hama.

Piştî ku Rûsya, Îran, Iraq û Sûriye li hev kirin û Rûsyayê êrîşên xwe yên hewayî dijwar kir, hat ragihandin ku gelek çete ji Sûriye reviyane Tirkiyeyê.

Sefîrê Sûriyeyê yê li Rûsya Riyaz Hedad di daxuyaniya ku da ajanseke Rûs de diyar kir ku ji dema ku êrîşên hewayî yên Rûsya destpê kirine, nêzî 40 bargehên leşkerî yên çeteyan hatine îmhakirin. Hedad da xuyakirin ku ji ber van êrîşan nêzî 400 çete reviyane Tirkiyeyê û xwe li wir vedişêrin.

DEWLETA TIRK LI HAMA YE!

Her wiha hat destnîşankirin ku dewleta Tirk gelek hêza xwe di bin navê ‘Tûgayên Fatîh Sûltan Mehmet’ de şandiye herêma Hama ya Sûriyeyê. Ev agahî jî ji aliyê Serokê Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê Ramî Abdûrrahman da. Abdûrrahman diyar kir ku Tûgaya Fatîh Sûltan Mehmet komeke xwe ya leşkerî ji bo li hember artêşa Sûriyeyê şer bike şandiye Hama.

Tûgayên Fatîh Sûltan Mehmet û Sûltan Mûrat ên ji aliyê MÎT’ê ve hatine avakirin, bi hêzên El Nusra û Ahrar El Şam re êrîşî Taxa Şêxmeqsûd a bi piranî Kurd lê dijîn dikin.