Cengîz ji beşa lênerîna lezgîn derket

Cengîz ji beşa lênerîna lezgîn derket

Li Enqereyê di 8’ê Îlonê de Îkram Cengîz ê ku rastî êrîşa komên nîjadperest hat ji beşa lênerîna lezgîn derket.

Di 8’ê Îlonê de kedkarê Kurd ê bi navê Îkram Cengîz li Madîmak a Enqereyê piştî êrîşa komeke nîjadperest ji serê xwe bi çekê birîndar bû û ji ber xetereya jiyana wî rakirin beşa lezgîn a Nexweşxaneya Enqereyê. Cengîz ji beşa lezgîn derket. Hate hînbûn ku Cengîz xetereya jiyanê ji ser xwe avêtiye û  polîs ji bo îfadeya wî bigirin çûne nexweşxaneyê.

Hate hînbûn ku der barê bûyerê de kesek jî hatiye girtin.