Doh, 6’ê Hezîrana 2017’an cenga mezin ango pêngava rizgarkirina nava Reqayê dest pê kir. Lê belê beriya vê operasyonê hewceye ku em hinekî li rabirdûya vê hêza ku Reqayê rizgar dike binêrin;
Di destpêka sala 2012’an de pêla “Bihara Ereban” li Sûrî jî xist. Di vê nav vê gengeşiya şerê mezheban de Kurdan rêya sêyemîn ya “Neteweya demokratîk” ku fikir û ramanên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan e, hilbijartin. Yane, Kurd nebûn destikên hêzên navxweyî û derve û di 19’ê Tîrmeha 2012’an de bingeha şoreşa Rojava li Kobanê avêtin. Di vê heyama ku weke şerê cîhanê yê 3’emîn tê binavkirin de hewce bû ku Kurdan biryardariya xwe ya ji bo statuyê bidana nîşandan û jixwe wisa jî kirin. Ji bo ku neteweya Kurd sedsaleke din ji nexşeya cîhanê neyê jê birin diviyabû ku Kurd di vê rewşê de xwe biparêzin û sîstema xwe ya “Neteweya demokratîk” ku îro ji bo hemû gelên li herêmê bûye şêwe û felseyeke jiyanê şên û ava bikin. Helbet, di nava vê kele kela Rojhilata navîn de ku hemû cîhan li ser hesabên mezin dike bêyî parastin nabe. Li devereke weke Rojava jî xwe parastin, hêzên parastinê avakirin û bûyîna artêşa a bi deh hezaran ji nan û avê wêdetir bû û hîna jî wêdetir e. Lewma, Yêkîneyên parastina gel YPG’ê ku hîmê wê di sala 2004’an de ji hêla pêşengên weke Xebat Dêrîk ve hat avêtin di 2012’an de hêza xwe bi awayekî fermî ragihand. Di Nîsana 2013’an de jî yêkîneyên parastina jinê YPJ’ê damezrandina xwe ragihand. Ev hêza ji hejmareke kêm lê xwedî biryar, bi tevlîbûna hezaran jin û xortên Rojava bi demê re veguherî artêşa azadkirina Rojava.
ŞERÊ EWIL; DESTANA SERÊKANIYÊ Û GIRZÎRO
Mirov dikare bibêje yekemîn tecrubeya şer û berxwedanê ya Şervanên YPG’ê li gundê Girzîro û Til Elo yê bi ser Girkê Legê û bajarê Serêkaniyê bû. Di encama şerê 11 rojan ya li gundê Girzîro de hêzên rejîmê ji gund hatin derxistin. Çeteyên Cebhet El Nûsra bi hevkariya dewleta Tirk jî di 16’ê çileya 2013’an de êriş birin ser bajarê Serêkaniyê. Şervanan ji bo parastina xelkê herêmê bêtirî bê navber bi awayekî canbexşane şer kirin. Tîrmeha 2013’an ku gel xwe ji bo pîrozkirina şoreşê amade dikir bajarê Serêkaniyê di 17’ê Tîrmehê de bi temamî ji çeteyan hat rizgarkirin. Lewma, divê bê bibîrxistin ku bi şer ango destana li Serêkaniyê nav û dengê Şervanên YPG’ê belav bû. Ji ber vê sedemê şerê li Serêkaniyê û berxwedana li wêderê hatî dayîn ji bo gelê Rojava û temamê Kurdistanê xwedî cîhekî taybet û girîng e. Her wiha rizgarkirina Çilaxa, Tirbêspiyê, Rimêlan, Til Temir, gundên derdora Hesekê û Qamişlo, taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd jî mohra xwe li sala 2013’an dan…
BAJARÊ BIÇÛK Û STRATEJÎK; TIL KOÇER
Di Cotmeha 2013’an de têkoşîna Şervanan di şerê Til Koçerê de ket rojeva cîhanê. Ev bajarê biçûk ku deriyê sînor yê Rojava û Iraqê de ye û ji bo yek ji deriyên bazarê yê herî girîng e. Girê Koçeran dema ji hêla Şervanên YPG/YPJ’ê ve hat rizgarkirin hema bêjin hemû tv û ajansên cîhanê bûyer weke nûçeya lezgîn weşandin.
RAGIHANDINA KANTONAN
Bi berdêlên hatin dayîn û bi xêra lehengiya ciwanan di sala 2014’an de êdî Rojava bala hemû raya giştî ya cîhanê kişand ser xwe û bû rojeva sereke.Êdî kar û xebatên li vî beşê biçûk yê Kurdistan havêna xwe girtibû û ji bo ragihandina pergaleke ku bibe çavkaniya çareseriya hemû aloziyên li Sûrî amadebû. Ji bo parastina sîstema sazbûyî ya parastin, meclîsên gel û saziyan di dawiya çileya 2014’an de li Cizîr, Koban û Efrînê rêveberiyên xweser hatin ragihandin. Ev pêngav û ev desketiyên her diçû mezin dibûn bêguman neyarên Kurdan tirsandin. Lewra, heman salê piştî dagirkirina bajarê Mûsilê çeteyên DAIŞ’ê berê xwe dan Kobanê.
KOBANÊ NEKET, RÛMETA KURDAN PARAST
Dema di Îlona 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran dor li Kobanê girtin, Serokwezîrê Tirk yê demê Erdogan derket pêşberî milyonan û got ”Kobanê piştî hefteyekê dikeve, Kobanê ha ket, ha wê bikeve…” Wê demê Kurdan fêmkir ku ev şer ne şerê bajarekî ye lê belê konsepteke giştî ya tinekirin an jî bê îrade kirina Kurdan e. Kurd bi vê bîr û baweriyê şer kirin û bi berdêlên giran nîşanî temamê cîhanê dan ku ew ê çok daneynin. Kobanê li ser piyan ma û di 25’ê çileya 2015’an de rizgar bû.
KEMBERA EREBÎ RABÛ
Piştî rizgarkirina Kobanê, Şervanan berê xwe dan Girê Spî (Til Ebyed) ku bibû yek ji baregehên navendî yê çeteyên DAIŞ’ê. Girê Spî ji bo Erdogan û çeteyên DAIŞ’ê bibû rêka bêhn û nefesê. Lê belê Şervanan ji hêla Kobanê û Cizîrê di bin navê operasyona Rûbar Qamişlo de operasyona rizgarkirina Girê Spî dan destpêkirin, bajêr di 15’ê Hezîrana 2015’an de rizgarkirin û bêhn li Erdogan çikandin. Bi rizgarkirina Girê Spî re ne kembera Erebî ne jî kembera Erdogan ma, kantona Kobanê û Cizîrê gihîştin hev.
MSD Û QSD HATIN DAMEZRANDIN
YPG/YPJ’ê bi têkoşîna dijwar mohra xwe li serketinên mezin dan, vê yekê jî hişt ku li Sûriyeya di nav tarîtî û êgir de Kurd bibin hêvî û ronahî. Lewma hemû pêkhateyên herêmê xwe bi şoreşa Rojava ve girtin û di riya demokratîkbûna Sûrî de jî gavên girîng avêtin. Damezrandina MSD (meclîsa demokratîk a Sûrî) jî mînaka vê ye. Jixwe paşê hewcehî bi hêzeke hevbeş a parastinê hat dîtin û di 10’ê cotmeha 2015’an de Qewetên Sûriya demokratîk QSD bi 13 koman, bi awayekî fermî damezrandina xwe li Hesekê ragihand.
BER BI PÊNGAVA STRATEJÎK VE; HOL
Hîna mehek di ser avabûna QSD’ê re derbas nebû, Şervanan di 31’ê Cotmeha 2015’an de pêngava rizgarkirina Holê dan destpêkirin. Ev pêngav xwedî stratejiyeke mezin bû, ji ber ku Hol li ser sînorê Iraq û Sûrî ye û her wiha ji hêla Neft û petrolê ve jî dewlemend e. Piştî operasyona 20 rojan Hol û Xatûniyê bi temamî ji çeteyan hatin rizgarkirin. Bi rizgarkirina Hol’ê re Şervanên QSD’ê deskeftiyeke mezin bidestxistin û qadeke ji 1400 km2 rizgarkirin.
'XETA SOR' TARÛMAR BÛ
Hêzên QSD’ê di 23’ê Kanûna 2015’an de li Başûrê Kobanê pêngava rizgarkirinê dan destpêkirin û di demekê kin de bendava Tişrînê û Sirrîn jî di nav de, herêm ji çeteyên DAIŞ’ê rizgarkirin. Xala girîng a vê pêngavê jî birrîna rêya stratejîk ya di navbera Reqa û Minbicê de ye ku li ser sînorê Tirkiyê ye. Bendava Tişrînê hişt ku Şervan ji Rojhilat derbasî Rojavayê Feratê bibin. Û bi derbasbûna Şervanan re “xeta sor a Erdogan” tarûmar bû û riya pêngava Minbicê vebû.
PÊNGAVA XEZEBA XABÛRÊ
Hêzên QSD’ê di 16’ê Sibata 2016’an de bi navê xezaba Xabûrê dest bi pêngava rizgarkirina Şedadê kirin ku li ser sînorê Iraq û Sûrî ye. Şedad a ku xwedî cîhekî stratejîk e jî di demeke kin de hat rizgarkirin û bi vî awayî riya pêywendiyên çeteyên li Iraq û Sûrî ji hev qut bûn. Di vê pêngava ku heta 22’ê Sibatê dewam kir, tevî nava Şedadê û bajarokê El Erîşê qadeke ji 1400 km hatin rizgarkirin.
Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê li Başûrê Hesekê û Şedadê derbên giran xwarin li Girê Spî sîvîl kirin hedef û bi dehan sîvîl kuştin. Di nava kesên kuştî de bebekên bi navê Êlîn û Cûdî jî hebûn. Şervanên QSD’ê ji bo tolhilana wan sîvîlan ji 2 milan ve operasyona Êlîn û Cûdî dan destpêkirin û gundê Mekmen rizgarkirin. Bi vê pêngavê re Başûr/Rojavayê Hesekê û Bakur/Rojhilatê Reqayê ji çeteyan hatin paqijkirin.
Bi van pêngavên serketî re tevlîbûnên nava QSD’ê jî her ku çû zêde bû û hejmara komên di nava QSD’ê de gihîşt 32’an.
JI ROJAVAYÊ FIRATÊ BER BI BAJARÊ EBÛ LEYLA MINBICÊ VE
QSD’ê di 24’ê Gulana 2016’an de ji 3 milan ve operasyona rizgarkirina Bakurê Reqayê da destpêkirin. Paşê jî meclîsa leşkerî ya Minbicê ket nava tevgerê û di 1’ê hezîrana 2016’an de pêngava rizgarkirina Minbicê da destpêkirin. Minbic’a ku warê Ebû Leyla ye û li ber deriyê sînor yê Karkamişê ye piştî operasyona 2 mehan di 6’ê Tebaxa 2016’an de hat rizgarkirin. Piştî rizgarkirina Minbicê Şervanên meclîsa leşkerî ya Minbicê bajêr radestî meclîsa gel a bajêr kirin û niha Minbic bi xwe xwe bi rêve dibe…
CENGA MEZIN DEST PÊ KIR
Piştî rizgarkirina Minbicê, bi pêşengiya QSD’ê 6’ê Mijdara 2016’an bi navê “pêngava xezeba Firatê” starta operasyona rizgarkirina Reqayê hat dayîn. Ev operasyon naşibe operasyonên din. Reqa ya ku çeteyên DAIŞ’ê weke navenda xwe bikardianî şahidê gelek bûyerên hovane û tarîtiya qetranî ye. Hemû komkujî, êriş û hovîtiya çeteyan ya li Kurdistan, Rojhilata navîn û cîhanê ji Reqayê hatin rêvebirin. Bi hezaran jin û zarok ên ku jixwe re weke “xenîmet” dîtin li Reqayê kirin kole. Reqa bû navenda tarîtî, xwîn û kirêtiyê. Lewma ev operasyon naşibe yên din, wê bi vê pêngavê re rengê nexşeya Sûrî diyar bibe. Wê bi vê pêngavê re di serî de jin wê tola bi hezaran qurbaniyan bê hildan û şoreşa Rojava qewîntir bibe. Wê bi hişmendiya neteweya demokratîk tifaqa gelên herêmê xurttir bibe û bi vê re jî wê sîstema federal a Bakurê Sûrî bibe modela herî maqul ya ji bo çareseriya Temamê Sûriyê. Qonaxa fînalê ya ji bo rizgarkirina Reqayê ku doh hat ragihandin herkesî xist nava kelecaneke mezin. Piştî Şervanan xwe gihandin nava Reqayê û ji niha ve ketin taxên wê yên Rojhilat êdî dixûyê ku wê mizgîniya ku mirovahî li bendê ye ne dûr e. Divê mirov jibîr neke ku ev pêngav bi ked, xwîn û xwêdana şervanên QSD’ê tê meşandin. Bêguman desteka Emerîka û hêzên koalîsyonê girîng e lê belê ev yek beşek jê ye. Ji ber ku heman destek û heta jê zêdetir ji bo Mûsilê jî tê dayîn lê belê ev salek zêdetir e Mûsil hê jî nehat rizgarkirin. Niha halê hazir dema em ji 2012’an heta niha li tabloya heyî dinêrin, pir zelal xûyaye ku êdî ev Şoreş ji Rojava derbas bûye û bi taybetî jî di nava sal û nîvê de erdê di bin kontrola Şervanan de 3 qat firehtir bûye. Ji ber vê sedemê êdî navê Rojava têra van qadên rizgarkirî nake. Rojava her Rojava ye lê Bakurê Sûrî jî di bin kontrola Şervanan de ye, û ev jî mînakeke serketî ya neteweya demokratîk û hevjiyana azad e…
ÇAVKANÎ: ROJNAMEYA ŞÛJIN