Cenevre ya bê Kurd û têkçûn -2
Hevdîtinên Cenevreyê, bi navê çareseriya siyasî a ji şerê navxweyî yê li Sûriyeyê re, sala 2012'an dest pê kirin û heta roja îro dewam dikin. Di rewşa heyî de li şûna çareseriyê veguheriye adresa neçareseriyê.
Hevdîtinên Cenevreyê, bi navê çareseriya siyasî a ji şerê navxweyî yê li Sûriyeyê re, sala 2012'an dest pê kirin û heta roja îro dewam dikin. Di rewşa heyî de li şûna çareseriyê veguheriye adresa neçareseriyê.
Hevdîtinên Cenevreyê, bi navê çareseriya siyasî a ji şerê navxweyî yê li Sûriyeyê re, sala 2012'an dest pê kirin û heta roja îro dewam dikin. Di rewşa heyî de li şûna çareseriyê veguheriye adresa neçareseriyê. Tevî ku 8 car in civîn pêk tên jî, hevdîtin her carê têk çûn. Dema ku mirov li naveroka hevdîtinan binerin û li gorî vê yekê nirxandinekê bikin, tenê encamek derdikeve holê: Bêyî Kurdan nîqaşa li ser paşeroja Sûriyeyê, têkçûn e.
CENEVRE 5
Hevdîtina Cenevre 5 bi pêşengiya Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê Steffan de Mîstûra, 23'e Adara 2017'an dest pê kir. Mîna hevdîtinên beriya xwe, heyeta rejîmê û komên mûxalîf ên weke tîma Riyadê tên naskirin û pişta xwe dispêrin hêzên herêmî tevlî bûn. Kurd careke din li derveyî hevdîtinê hatin hiştin. Di rewşekê de ku biryara agirbestê ya di civînên Astanayê de hate wergirtin lê bi cih nehate anîn, destê rejîmê roj bi roj li dijî mûxalîfan xurt bû, Cenevre 5 pêk hat.
ÇI QEWIMÎ?
Mûxalîfên ku di Cenevre 4 de nedixwestin hebûna rejîmê qebûl bikin, di Cenevre 5 de xwestin yekser bi heyeta rejîmê re rûnê, lê zêde israr nekir. Heyeta rejîmê jî ku li ser rûyê erdê destê wan xurt bû, li dora maseyê helwesteke ku hebûna hêzên mûxalîf qebûl nake, nîşan da. De Mîstûra hewl da aliyan li dora maseyekê li hev bicivîne, lê nekarî vê bi ser bixîne. Hevîtina ku di çarçoveya biryarên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî yên li ser Sûriyeyê pêk hat, bi giranî li ser sernavên; rêveberiya dema derbasbûnê, destûra bingehîn a nû, hilbijartin û têkoşîna li dijî terorê hate rawestîn.
AQÛBET NEGUHERÎ
Hevdîtina ku 23'ê Adarê dest pê kir roja 1'ê Nîsanê qediya. Di roja dawî de De Mîstûra daxuyaniyek da û li xwe mikur hat ku hevdîtinên aştiyê yên rasteqîn hê dest pê nekiriye û îdîa kir ku li gorî hevdîtinên beriya niha, di Cenevre 5 de pêşketinek heye. Serokê heyeta rejîmê Başar El Caferî jî bi daxuyaniyekê got, "Mûxalîf dixwazin ku em mifteya Sûriyeyê bidin destê wan. Ev yek îlluzyon e. Komên ku weke mûxalîf derdikevin pêşiya me, mîna zarokan tevdigerin." Bi vî rengî careke din nîşan da ku hebûna mûxalîfan a li dora maseyê nas nake.
CENEVRE 6
Cenevre 6 roja 16'ê Gulana 2017'an dest pê kir. Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mîstûra vê carê tenê li ser mijara destûra bingehîn a nû bi aliyan re axivî. De Mîstûra nekarî aliyan li dora maseyekê li hev bicivîne, lewma li odeyên cuda bi wan re rûnişt û li ser destûra bingehîn a nû nîqaş kir. Ji hevdîtina ku heta 19'ê Gulanê dewam kir, ti encam derneket.
Li gorî raporên saziyên navneteweyî, di dema vê hevdîtinê de hejmara mirovên ji ber şerê navxweyî jiyana xwe ji dest dan gihîşt 350 hezarî.
CENEVRE 7
Şerê navxweyî yê Sûriyeyê êdî gihîşt asteke cuda. Hebûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên bi pêşengiya Kurdan û Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ji aliyê hêzên navneteweyî ve hate qebûlkirin. Li aliyê din hêzên rejîmê jî li pêşberî mûxalefeta ji bo Cenevreyê dihate vexwendin ji aliyê leşkerî ve di astekê de bi ser ket. Di demeke bi vî rengî de hevdîtina Cenevre 7 pêk hat. Cenevre 7 roja 10'ê Tîrmehê dest pê kir û 15'ê Tîrmeha 2017'an qediya. Aqûbeta wê jî mîna yên beriya xwe bû: Têkçûn.
CENEVRE 8 Û MIKURHATINA LI SERNEKETINÊ
Serketina Reqayê ya hêzên QSD'ê û rastiya dawîhatina DAÎŞ'ê li axa Sûriyeyê kir ku Neteweyên Yekbûyî û hêzên navneteweyî yên aliyê şer in, careke din bikevin nava liv û tevgerê. Hat ragihandin ku wê Mijdara 2017'an hevdîtina Cenevre 8 bê lidarxistin. Hevdîtinê 28'ê Mijdarê dest pê kir. Mûxalefetê xwest rû bi rû hevdîtinê bi heyeta rejîmê re bike, lê heyeta rejîmê ev bi zelalî red kir. Hevdîtinê heta 14'ê Kanûna 2017'an dewam kir. De Mîstûra bi sirar xwest ku alî bê şert tevlî civînan bibin, lê ev daxwaza wî bi cih nehat û hevdîtin jî bê bersiv ma.
ENCAM: EM BI SER NEKET
Nûnerê Neteweyên Yekbûyî De Mîstûra di roja dawî ya hevdîtinê d derket pêşberî çapemeniyê û yekemcar gotina "me bi ser nexist" bi kar anî û bi vî rengî li serneketinê mikur hat. De Mîstûra nexşeya aktûel a Sûriyeyê nîşan da û anî ziman ku rastiya li ser rûyê erdê li pêşiya çareseriyeke siyasî asteng e. Bi vî rengî nîşan da ku nebûna Kurdan li dora maseyê, sedemeke bingehîn e ku ji hevdîtinên Cenevreyê encam bi dest nakeve.
Encameke din a girîng a ji Cenevre 8 derkete holê ew e ku bloka Sûnî ya bi serkêşiya Tirkiye û Erebîstana Siûdî mîna li ser rûyê erdê, li dora maseyê jî di polîtîkaya Sûriyeyê de têk çûye.
Di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de nêzî 400 hezar mirovî jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 6 milyon mirov ji cih û warên xwe bûn.
Rastiya; bêyî Kurdan çareseriyeke siyasî li Sûriyeyê nabe, di asta heyî de hevdîtinên Cenevreyê bi temamî bê wate kiriye. Bi kurtasî, mirov dikarin çend ji encamên girîng ên ji hevdîtinan derketiye holê bi vî rengî destnîşan bikin:
* Bêyî Kurdan li Sûriyeyê çareseriya siyasî nabe
* Lêgerîna li çareseriyê bi heman komên mûxalîf û heman mejî, wê li Sûriyeyê bê wateya hê bêhtir mirin, hê bêhtir hilweşîn
* Bloka Sûnî ya pişta xwe dide Tirkiye û Erebîstana Siûdî mîna li ser rûyê erdê yê Sûriyeyê, li dora maseyê jî têk çû
* Tenê hêzek ma ku derkeve pêşiya rejîmê. Ew jî Kurd in
* Mirin û hilweşandina li Sûriyeyê rû da, baweriya bi Neteweyên Yekbûyî li herêmê kêm kir
* Bêyî Kurdan lêgerîna li çareseriya siyasî, ji bilî xurtkirian rejîma Esad bi kêrî tiştekî din nayê