Cenazeyên 3 gerîlayên HPG’ê hatin girtin
Cenazeyên 3 gerîlayên HPG’ê hatin girtin
Cenazeyên 3 gerîlayên HPG’ê hatin girtin
Cenazeyên 3 gerîlayên HPG’ê yên di 2012’an de li Çiyayê Çirav jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê malbatên wan ve ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê hat girtin.
Di 2012’an de li Çiyayê Çirav a Erûha Sêrtê di encama bombebarana hewayî ya artêşa tirk de 3 gerîlayên jiyana xwe ji dest dan yên bi navê Ceylan Geldî (Gulbahar Bagok), Fatma Başak (Raperîn Batman) û Gulperî Bîlen duh di saetên nîvro de ji aliyê hezaran kesî ve ji Çiyayê Çirvv hat gbirtin û malbatê wan duh ji Aziya Tipa Edlî ya Meletiyê girtin. Malbatê sibê zû hatin Meletiyê piştî testa nasnameyê dozger komarê yê Meletiyê kar û barê otopsiyê pêk anî. Piştî temakirina kar û bar malbatan cenaze girtin û ji Meletiyê derketin.
Cenazeya Ceylan Geldî ya di sala 1994’an de hatiye dinê dê li taxa Îpragaz a êlihê li goristana Korkê, ya Fatma Başak a di 1991’ê de li Îdîl a Şirnexê ji dayik bûye goristina Gilbreşk a Êlihê û ya Gulperî Bîlen a di 1985’an de li Wanê ji dayik bûye j îli taxa Suphan Wanê dê bê definkirin.