Cenazeyên 2 şervanên YPG'ê spartin axê
Cenazeyên 2 şervanên YPG'ê spartin axê
Cenazeyên 2 şervanên YPG'ê spartin axê
Cenazeyên şervanên YPG'ê Şêxmûs Hesen û Selah Elî ji aliyê hezaran kesî ve li goristana Şehîd Delîl Sarûxan spartin axê.
Cenazeyê şervanê YPG'ê Şêxmûs Hesen ku duh li gundê Mihemed diyab ê Tirbespiyê bi tirmpêlê pêl mayînekê kir û di encamê de jiyana xwe jidest da û cenazeyê şervanê YPG'ê Selah Elî ku dema erka xwe pêk dianî, di encama qezayê de jiyana xwe jidest da, anîn Mizgefta Eteriyê ya Qamişlo. Cenazeyên herdu şervanan îro ji aliyê hezaran kesî ve ji mizgeftê hatin wergirtin û bi karwanekî birin Goristana Şehîd Delîl Sarûxan.
Piştî karwan gihîşt goristanê merasîm hate lidarxistin. Di merasîma ku bi rêzgirtinê destpê kir de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan û TEV-DEM'ê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de soza şopandina riya şehîdan hate dayîn.
Piştî axaftinan girseyê cenazeyên şervanên YPG'ê bi diruşmeyan spartin axê.