Cenazeyê ji 4 ciwanên li Bismilê ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin Abdullah Sugucu bi tevlîbûna hezaran kesan li cem gora Bîlal Bozkur ê ku di heman bûyerê de hat qetilkirin hat definkirin.
Cenazeyê ji 4 ciwanên li navçeya Bismilê ya Amedê di 6'ê Cotmehê de piştî biryara qedexekirina derketina kolanan ji aliyê tîmên taybet û polîsan ve hatin înfazkirin Abdullah Sugucu (35) li Bismilê hat definkirin. Cenazeyê Sugucu ji aliyê malbatê ve ji Saziya Tipa Edlî ya Meletî hat wergirtin û anîn Bismilê. Cenaze li Kolana Diyarbekirê ji aliyê sedan kesan ve hat pêşwazîkirin û piştre bi dirûşman birin Goristana TOKÎ'yê. Di meşa ji bo cenaze hatî lidarxistin de wêneyên kesên ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin hatin hilgirtin. Piştî meşê cenazeyê Sugucu li cem goria Bîlal Bozkur ê ku di heman bûyerê de bi heman rêbazî hat qetilkirin hat definkirin.
Di merasîma cenaze de dayika Sugucu Nafiye Sugucu axivî û wiha got: "Kurê min şehîdê Kurdistanê ye. Ez qurbana Abdullah û Kurdistanê bibim. Ez qurbana xwîna te û hevalên te ya hat rijandin bim."
Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek jî diyar kir ku gelê kur têkoşîneke bi rûmet dide û gelê Kurd li Rojhilata Navîn hêzekî gelek mezin e û hemû cîhan vê yekê dibîne.
'YA HAT KIRIN HOVÎTÎ Û KOMKUJIYEK GELEK MEZIN E'
Xalê Sugucu Hamît Uzunboy jî diyar kir ku gelê Kurd li hemberî tinekirinê têkoşînê dide û wiha got: "Berdêla azadiya gelê Kurd xwîn e. Divê em hemû bi hev re li hemberî hovîtiya li hemberî gelê Kurd pêk tê rawestin. Zarokên me li cihekî asêkirin û bi hovîtiyekî mezin qetil kirin. Ya hat kirin zilm û hovîtî ye."