Cenazeyê Kaya bi hinceta koronayê nedan
Cenazeyê girtiyê nexweş Sabrî Kaya ku ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP'ê ve hate qetilkirin, bi hinceta gumana vîrûs koronayê nedan malbata wî.
Cenazeyê girtiyê nexweş Sabrî Kaya ku ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP'ê ve hate qetilkirin, bi hinceta gumana vîrûs koronayê nedan malbata wî.
Girtiyê bi nexweşiya giran Sabrî Kaya ku li Girtîgeha Tîpa T Hejmara 2 Osmaniyeyê bû, doh piştî biryara berdanê jiyana xwe ji dest dabû. Ji bo otopsiyê cenazeyê Kaya birin morga Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê (ATK).
Bi hinceta gumana vîrûsa koronayê cenazeyê Kaya nedan malbata wî. Piştî ku test bê kirin wê bidin malbata Kaya. Malbata Kaya got, "Em ê sibe cenazeyê xwe bigirin û li Goristana Asrî ya Ceyhanê veşêrin."