Cenazeyê Hewar Zagros ê YPG'yî gihişt Efrînê
Cenazeyê Hewar Zagros ê YPG'yî gihişt Efrînê
Cenazeyê Hewar Zagros ê YPG'yî gihişt Efrînê
Cenazeyê şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Hewar Zagros yê ku roja Îna di pevçûnên li bajarokê Til Temrê jiyana xwe ji dest da bû û du ji Dirbêsiyê hatibû oxirkirin, gihîşte Efrînê û dê li Goristana Şehîd Refîq a Navçeya Şera ya Efrînê were defin kirin.
Welatiyên bajarê Efrînê, navçe û gundên wê li ber Saziya Malbatên Şehîdan hatin cem hev û ji bo pêşwazîkirina cenazeyê şervanê YPG’ê Hewar Zagros û defin kirinê ketin nava tevgerê de.
Cenazeyê şervanê YPG’ê Hewar Zagros ku duh ji Dirbêsiyê hatibû Oxirkirin di gund û bajarê Kobanê re derbasbû. Li van gundan welatî li ser riya bûn û bi siloganan cenaze pêşwazîkirin. Piştî ku cenaze gîşte Kobanê li vir jî bi hezaran kes ji bo pêşwazîkirina cenaze li ser riya bûn. Ji vir cenaze ber bi Efrînê ve hate oxirkirin.
Şehîdên YPG’ê Demhat Nêrgiz û Hewar Zagros roja Îna borî di pevçûnên bajaroka Til Temirê ku di navbera hêzên YPG’ê û komên çete de yên girêdayî Artêşa Azad, Cebhêt El-Nusra û Ehfad El-Resûl de jiyana xwe ji dest dan û bi merasîmekê cenazeyê Şehîd Demhat Nêrgiz li goristana Şehîd Rustem Cudî a hate definkirin.