Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Xalendî li Hacî Umranê hate definkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Xalendî li Hacî Umranê hate definkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Xalendî li Hacî Umranê hate definkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Keyam Xalendî yê ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da li Hacî Umranê hate definkirin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Keyam Xalendî (Erîş Mahabat) ên ku di 9'ê çileyê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê di pevçûnekê de bi 13 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da 2 roj berê ji aliyê malbatê ve ji morga Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê hatibû wergirtin û duh anîn Herêma Federal a Kurdistanê. Malbatê xwest ku cenazeyê zarokê xwe bibin Mahabatê. Lê ji ber ku dewleta Îranê destûr neda malbatê, cenazeyê Xalendî li Hacî Umran a ku nêzî warê wî hate definkirin.