Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Kose spartin axê

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Selçûk Kose ê li Sêrtê şehdî bibû spartin axê.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Selçûk Kose yê 14’ê Cotmehê de şerê qewimî de li Çiyayê Çirav ê Sêrtê şehîd bibûn li warê wî hate veşartin. Cenazeyê Kose yê ji bo otopsiyê li Nexweşaneya Dewletê ya Şirnexê hate rawestandin, piştî diyarkirina nasnameyê ji aliyê malbatê ve hate girtin. Piştî wecîbeyên olî, cenazeyê Kose li Taxa Dogûş a navçeya Yazihan a Meletiyê spartin axê.

Parlemetera Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê Dersim Dag, endamên partiyê û gelek kes tevlî merasîmê bûn. Heyeta HDP’ê piştî merasîma veşartinê sersaxî li malbata Kose dan.

TIRSA POLÎSAN A JI ‘MERASÎMA GIRSEYÎ’

Piştî ku malbatê cenaze ji Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê girt û şûnde, di tevahiya rê de li bendên kontrolê polîsan zext li malêbatê kirin. Polîsan anî ziman ku eger merasîmeke girseyî bikin wê cenazeyê kurê wan bigirin, gefa wê cenaze ji aliyê polîsan ve bê veşartin, kirin.