Cenazeyê gerîlaya YJA Starê veşartin

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Dîcle Uzum a di êrîşeke dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, di bin dorpêça polîsan ve hate veşartin.

Cenazeyê endama YJA Starê Dîcle Uzum a di 26’ê Tîrmehê de li herêma Meydan Belek a girêdayî Colemêrgê, di êrişa bombebarana balafirên şer de jiyana xwe ji dest dabû, li bajarê xwe hat veşartin.

Malbata di 27’ê Tîrmehê de çûbû Colemêrgê û ji bo cenazeyê keça xwe bigire, testa DNA’yê dabû.

Malbatê piştî lihevhatina testê, duh serî li Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê dabû û cenazeyê keça xwe girtibûn û anîn Êlihê. 

Uzum, li Goristana Asrî ya navenda bajêr di bin dorpêça polîsan de hatE veşartin.