Cenazeyê gerîla Şervan bi girseyî hat definkirin
Cenazeyê gerîla Şervan bi girseyî hat definkirin
Cenazeyê gerîla Şervan bi girseyî hat definkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mehmet Calp (Şervan Koçer) li goristana Yenîkoyê ya Amedê ji aliyê sedan kesan ve hat definkirin. Dayika Calp Xizêm Calp, diyar kir ku wê 45 roj berê birayê wî yê mezin defin kir û îro Mehemedê xwe defin dikin û wiha got: "Hemû şehîdên Kurdistanê ne."
Di 31'ê Kanûna 2012'an de li gundê Spênî yê navçeya Liceya Amedê operayona nokteyî pêk hatibû. Di operasyonê de 10 endamên HPG'ê bi bombebarana helîkopteran hatibûn kuştin. Ji 10 endamên HPG'ê cenazeyê Mehmet Calp (Şervan Koçer) piştî duh ji aliyê malbatê ve hat wergirtin îro li Goristana Yenîkoyê ya Amedê bi girseyî hat definkirin. Cenazeyê ku duh malbatê ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê wergirtin û şevê din anîn Amedê, lazim bû ku nîvro defin bikin, lê piştî ku li navçeya Liceyê operasyon pêk hat, cenaze di saetên êvarî de defin kirin.
Di merasima definkirina cenaze de rêveberên BDP'ê, Înisiyatifa Dayikên Aştiyê, MEYA-DER û sedan kesên din amade bûn. Girsê piştî li morga goristana Yenikoyê wecîbeyên olî pêk anîn, darbesta Calp danîn ser milê xwe û heta gorê meşiyan. Dayika Calp Xizêm Calp wêneyê kurê xwe hembêz kir û bê navber lîrand. Girseya ku darbesta Calp bi ala PKK'ê pêça û heta ser goristanê meşiyan, heta gorê bê navber silogên "Bijî Serok Apo", "PKK gel e, gel li vir e" û "Şehid namirin" berz kirin. Komê di meşê de pankarta ku wêneyê Calp li ser heye rakirin û heta gorê meşiyan. Piştî komê cenazeyê Calp defin kir, li ser gorê dua xwendin.
Piştî definkirinê rêz hat girtin û Seroka MEYA-DER'ê ya Amedê Leyla Ayaz, axaftin kir. Ayaz, diyar kir ku Calp li navçeya Liceyê ya Amedê jiyana xwe ji dest dabû û li heman herêmê îro dîsa operasyon hatine destpêkirin. Dema axaftin dihat kirin balafirên F-16 li ser hev ji balagirgehê rabûn. Ayaz, diyar kir ku niha ev balafir diçin herêma ku hevalên me lê bombe dikin û wiha got: "Serhildanên ku me îro li Liceyê nîşan da, divê em li hemû herêman bidin nîşan. Divê êdî em destûrê nedin ku ev balafir axa me bombe bike. Cîgirê Hevserokê BDP'ê yê Amedê Eşref Mehmetoglu jî bang li her kesî kir û xwest sibê ji bo şermezarkirina PKK'ê Sibatê saet di 13.00'an de li 5 Nisana Rezan kom bibin û tev li meşa girseyî bibin.
Dayika Calp Xizêm Calp jî axivî û wiha got: "45 roj berê min birayê teyê mezin defin kir. Ez îro jî Mehmetê xwe defin dikim. Herdu jî şehîdê hemû Kurdistanê ne." Kom piştî xwendina duayan ji ser gorê qetiyan.