Cenazeyê gerîla Baykal şandin Meletiyê
Cenazeyê gerîla Baykal şandin Meletiyê
Cenazeyê gerîla Baykal şandin Meletiyê
Cenazeyê gerîlayên HPG’ê Mustafa Baykal ku di sala 2011’an de li Şemzînanê jiyana xwe ji dest da, ji bo kar û barên testa DNA’yê şandin Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê.
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Mustafa Baykal (Ozgur Amanos) ku di sala 2011’an de ji ber gaza jeneratorê jehrî bû û jiyana xwe ji dest da, duh ji aliyê malbata wî û gelê Colemêrgê ve li qada Dostkî ji gerîlayên HPG’ê teslîm hat girtin.
Cenaze ji bo kar û barê testa DNA’yê duh şandin Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê. Piştî kar û barên DNA’yê dê li gundê Altinova ya girêdayê Xelfetiya Rihayê bê definkirin.