Cenazeyê Dîlan a ji aliyê hevserê xwe ve hatibû kuştin hat dîtin
Cenazeyê Dîlan a ji aliyê hevserê xwe ve hatibû kuştin hat dîtin
Cenazeyê Dîlan a ji aliyê hevserê xwe ve hatibû kuştin hat dîtin
Cenazeyê Dîlan Dogan a beriya niha bi du rojan ji aliyê hevserê xwe ve ku hatibû kuştin, hat dîtin. Têkildarî kuştinê Selçûk Dogan, bav û birayê wî jî hatin girtin.
Dîlan Dogan a li Taxa Bariş a Bazîdê dima û beriya niha bi du rojan ji aliyê hevserê xwe ve hatibû kuştin, cenazeyê wê li gundê Uçmuratlar hat dîtin. Selçûk Dogan ku piştî hevsera xwe Dîlan dikuje û bi kêra ew kuştiye li ber qeraxa roberekî vedişêre, 21’ê Hezîranê roja înê çûbû Muduriyeta Polîsan a Bazîd, li vir mikur tê ku hevsera xwe kuştiye û teslîm dibe. Cenazeyê Dogan li ser mikurhatina hevserê wê li cihê hatibû veşartin hat derxistin û ji bo otopsiyê şandin Saziya Tibê ya Trabzonê.
Di çarçoveya îfadeya Selçûk Dogan de bav Mehmet Salih Dogan (60), dayik Zahîde Dogan (54) û bira Sebîh Dogan (25) hatin binçavkirin. Di dadgeha nobedar de dayik Zahîde Dogan hat berdan, Selçûk Doganê kuştin pêk anî,bav û birayê ku alîkarî dane jî hatin girtin.
Ligel vê cenazeyê Dîlan Dogan a karûbarên wê yên otopsiyê qediyan anîn bajarê wê Bazîd.