Cenazeyê ciwanê xeniqî hat dîtin
Cenazeyê ciwanê xeniqî hat dîtin
Cenazeyê ciwanê xeniqî hat dîtin
Ekîba Rizgarkirina Binavê ya bi ser Serokatiya Daîreya Îtfaiyeya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, cenazeyê Bulent Yuksel ê gava dixwest masiyan bigire kete golê û xeniqî, peyda kir û ji avê derxist.
Bulent Yuksel ê 22 salî, dema ku li ser gola Gundê Sevîndik ê bi ser rêya Ovacikê li ser botê hewl dida masiya bigire, bot noqî avê winda bû. Gundî ji bo dîtina Yuksel hatin devê golê. Çawa agahî dane Serokatiya Daîreya Îtfaiyeya Şaredariya Bajarê Mezin, Ekîba Rizgarkirina Binavê gihîşte cihê bûyerê. Di encama lêgerîna saetekê de ekîbê cenazeyê Bulent Yuksel dît û radestî ekîba Servîsa Hawarê ya 112 kir.
Serokê Daîreya Îtfaiyeyê Hakki Bîlîcî, hişyarî li welatî û malbatan kir ku kesên nemelevan li derên wan neyên ser avê û xwe di avê wernekin.