Cenazeya Cennet Bal li Swîsreyê veşartin
Welatparêza Kurd Cennet Bal ya ku roja 10’ê Çileyê li bajarokê Lenzbûrg ê Kantona Aaraû ya Swîsreyê di encama pirsgirêkên giran ên tendurustiyê jiyana xwe ji dest dabû, spartin axê.
Welatparêza Kurd Cennet Bal ya ku roja 10’ê Çileyê li bajarokê Lenzbûrg ê Kantona Aaraû ya Swîsreyê di encama pirsgirêkên giran ên tendurustiyê jiyana xwe ji dest dabû, spartin axê.
Piştî merasîma ku ji bo welatparêza Kurd Cennet Bal ya li bajarokê Lenzbûrg ê Kantona Aaraû ya Swîsreyê dijiya û roja 10’ê Çileyê di encama pirsgirêkên giran ên tendurustiyê jiyana xwe ji dest dabû, li goristana Lenzbûrgê hate veşartin.
Cennet Bal ku sala 1962'an ji dayik bûye û ji gundê Gozpinar ê navçeya Elbistanê ya Mereşê ye, salên 70’î koçberê Swîsreyê dibe. Bal ji salên 1990’an û pêde di refên têkoşînê yên çi tevgera jina Kurd û çi jî têkoşîna azadiya Kurd de xebitî.
Bi sedan Kurdistanî yên ji gelek bajarên Swîsreyê hatibûn tevlî merasîma cenazê ya Bal a ku li Meclîsa Jin a Rojbîn ya Aaraû’yê erkdar bû bûn.
Li ser navê Federasyona Eleviyan ya Demokratîk (FEDA) Pîr Alî Çalgan Alî Matûr merasîm bi rêvebir. Di merasîmê de ji aliyê Pîr Alî Çalgan çira hatin vêxistin û gulbang hatin xwendin.
‘EMÊ XWEDÎ LI MÎRASA HEVALA ME CENNET DERKEVÎN’
Di merasîmê de li ser navê Tevgera Jina Kurd a Swîsreyê (YJK-S) Dîlan Zaza axivî û got: “Em êşa veqetîna bê wext ya heval û dayika me Cennet dikişînin. Aliyên berxwedêr, têkoşer û kedkar ya wê jina Kurd yek ji mînakên wê yên herî xweşikbû. Hevala me Cennet nêzî 30 salan bû bêyî ku kêliyekê dudilî bijî ji bo ku xeyalê xwe yê azadiyê pêk bîne di têkoşînê de cihê xwe girtibû. Emê xwedî li xeyala wê ya azadiyê derkevîn û hesreta wê ya gihîştina welateke azad pêkan bikîn. Ew soza me ye ji hevala Cennet re.”
‘EGER EM DIKARÎN BEHSA AZADIYÊ BIKÎN, SAYA SERÊ JINÊN KEDKAR YÊN MÎNA HEVALA CENNET E’
Li ser navê Kongreya Civaka Kurd a Demokratîk ya Ewropayê, siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz tekezkir ku Cennet Bal gelê xwe û nirxên wê hembêzkir û di aliyê kedê de xebitî.
Ayaz diyarkir ku di hatina têkoşîna azadiyê wek hêzeke bê rawestan û saxlem ya ji salên 1990’î û heya niha de ked û xwêdana dayikên mîna hevala me Cennet heye. Ayaz wiha domand: “Ew li hemberî zilma ku li ser gelê wê dihatkirin bê deng nema û li hemberî wê zilmê bêyî du dilî keda xwe danî holê. Wê bûyîna dayika gerîlayan bijart. Ew mînaka herî xweşik a jina Kurd, Qizilbaş,têkoşer, berxwedêr û bê rawestan bû. Em soz didin ku bi xwedîderketina mîrasa wê ji bo ku bikare bigihîje xeyala xwe ya azadiyê, emê têkoşîna xwe bidomînin û bi zaferê tacîdar bikîn.”
Merasîm piştî spartina axê ya Cennet Bal bi dawî bû.