Cenaze û birîndar ji Kobanê tên

Cenaze û birîndar ji Kobanê tên

Di deriyê sînor ê Murşitpinarê re 9 cenaze û 40 welatiyên Kobanê yên birîndar derbasî Pirsûsê kirin.

Piştî ku dewleta Tirk gundê Etmanikê vala kir û di vê derê reçeteyên DAIŞ'ê derbasî aliyê rojhilatê bajarê Kobanê bûn, şer û pevçûnên dijwar qewimîn.

Hate zanîn ku di deriyê sînor ê Murşitpinarê re 9 cenaze û 40 welatiyên birîndar derbasî navçeya Pirsûsê kirin.

Cenaze şandin Saziya Lêkolînên Tenduristî û birîndar jî rakirin naxweşxaneya Pirsûsê ya dewletê.