Cejna Vejînê li Torontayê hate pîrozkirin

Li Torontoyê salvegera damezirandin PKK’ê hate pîrozkirin.

Li bajarê Toronto yê Kanadayê, Kurdistanî û dostên wan ên ku li Navenda Civaka Kurd a Damokratîk kom bûn, Cejna Vejînê ya salvegera damezirandin PKK’ê pîroz kirin.

Aktivîte bi rêzgirtina li ser giyanê kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ve destpê kir. Di aktivîteyê de Hevserok Gurkan Ormangoren axivî.

Piştî gundarkirin û pîşandana sînevîzyonê û şûn de hunermendê herêmî Sînan, Dem, Viyan , Hafya derketin ser dike.

Pîrozbahiya Cejna Vejînê bi gerandina govendê ve bi dawî bû.