Cejna vejînê li Grazê hate pîrozkirin

Salvegera 42'an a damezrandina PKK'ê li bajarê Grazê yê Awûstûryayê hate pîrozkirin.

Cejna vejînê li bajarê Grazê yê Awûstûryayê hate pîrozkirin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê nûnerên KPO, SPO û Grune peyam şandin.

Hevserokê Civaka Azad Halîs Sever li pîrozbahiyê axivî û destnîşan kir ku şoreşa bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd li Rojhilata Navîn pêk hatiye bûye hêvî ji gelên bindest hemûyan re.

Sever destnîşan kir ku Kurd wê dagirkirina Kurdistanê ti carî qebûl nekin, li dijî vê yekê her tim li ber xwe bidin û bi gelan re têkoşîneke hevpar bimeşîne.

Di şahiyê de Xanemîr, Hozan Farqîn Azad, Dilo Dogan û Grûp Devran derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.