Cebraîl Gunebakan û şehîdên Pirsûsê hatin bîranîn
Di çalakiyek li bajarê Saabrucken ê Elmanyayê de, di şexsê Cebraîl Gunebakan de hemû şehîdên Pirsûsê hatin bîranîn.
Di çalakiyek li bajarê Saabrucken ê Elmanyayê de, di şexsê Cebraîl Gunebakan de hemû şehîdên Pirsûsê hatin bîranîn.
Bîranîn li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, bi deqeyeke rêzigirtinê ji bo şehîdên şoreşê yên Kurdistan û cîhanê destpê kir.
Li dû nîşandana sînevîzyona li ser mijara şehîdên Pirsûsê, ji Komîsyona Malbatê Şehîdan Hatîce Tosûn axivî û destnîşan kir, ku ji bo bîranîna şehîdan divê ew têkoşîna hevpar mezin bikin.
Mehmet Gunebakan apê Cebraîl Gunebakan jî qada jiyan û bîranînên pê re kir.
Serokê AveG-Konê Bakî Selçûk jî işaret bi girîngiya şoreşa Rojava kir û da zanîn, divê têkoşîna hevpar bi rengekî xurtir were meşandin. Selçûk ragihand, ew dikarin bi vî rengî xwedî li bîranîna şehîdên Pirsûsê derkevin.
Bîranîn bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin" qediya.