CDK-F: Em tevlî meşa ji dîktatoriyê re 'NA' bibin
CDK-F ji bo meşa 25'ê Adarê ya li Parîsê, ku wê bi dirûşma 'NA ji dîktatoriyê re' bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
CDK-F ji bo meşa 25'ê Adarê ya li Parîsê, ku wê bi dirûşma 'NA ji dîktatoriyê re' bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
Hevserokatiya Civaka Demokratîk a Kurd ya Fransayê (CDK-F), ji bo meşa 'NA ji dîktatoriyê re' ku ji aliyê Platforma NA ya Fransayê tê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku ji bo referandûma 16'ê Nîsanê, wê li Ewropayê di navbera 27'ê Adarê û 9'ê Nîsanê de deng bê dayîn û hat destnîşankirin, ji bo qedera hemû gel û baweriyan nekeve nava lepê kesekî, divê di referandûmê de dengê 'NA' bi ser bikeve.
Hevserokatiyê ragihand, erka her kesî ye ku ji bo zêdekirina dengê 'NA' bixebite û işaret bi meşa 'NA ji faşîzm û dîktatoriyê re' ya Platforma NA ya Fransayê hat kirin.
Di daxuyaniyê de bang li gelê Kurd, şoreşger û demokratan hat kirin, ku beşdarî meşa 25'ê Adarê ya li qada Bastîlle bibin, ku wê saet di 14:00 de dest pê bike.