CDK: Em li dijî komployê bibin dengek, vînek û dilek

CDK: Em li dijî komployê bibin dengek, vînek û dilek

Civaka Demokratîk a Kurdên Ewropayê (CDK) bi daxuyaniyekê 14’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û ji bo mitînga ku dê 16’ê Sibatê li bajarê Franse li Strasbourgê bê lidarxistin banga “Em li dijî komployê bibin dengek, vînek û dilek” kir.

Koordînasyona civaka demokratîk ya kurdên li Ewrupa CDKê derbarê komploya navnetewî ya 15ê sibatê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyanî dest nîşan dike ku komploya navnetewî ya li dijî gelê kurd ku êrişa herî giran a dîrokî bû û ev êriş bi awayekî berfireh dewam dike.

CDK’ê diyar kir, 15ê sibatê ji bo gelê kurd roja reşe  û wiha berdewam dike: “'Rêber Apo diyarkir, ku komploya navnetewî baş were fêmkirin,wê demê li hemberî komployê tekoşînek bi bandor mumkun dibe. Di vî warî de tevgera me ji serî de hewl da komployê derxe zanabûnê û diyarkir, ku komplo tevgerek ya qirkirinê ye û tekoşîna li dijî vê jî, tê wateya tekoşîna li hemberî qirkirinê. Di vî warî de bi têgehiştin û zanabûna bi tekoşîna li dijî komployê azadiya Rêber Apo dikare pêk were, komploya navnetewî pûç bûye.

CDK’ê di daxuyaniya xwe de ev bang li Kurdistaniyên li seranserê Ewropayê dijîn û dostên Kurdan kir kir:

'Roj roja avakirina Kurdistana xweser û demokratîk e. Roj roja layîqbûna rêbertiyê ye. Di vê demê de ku em derbasî sala 15. ya komployê dibin, divê em bi hemû hêza xwe çalakiya herî mezin a protestoyî li dar bixin. Em rêber Apo bigihînin azadiya wî, şoreşa rojava veguhezin bakûr û rojhilatê kurdistanê.

CDK’ê di daxuyaniyê de ji bo bibin dengê Sê jinên Kurd yên Şoreşger Ku li Parîsê hatin qetilkirin, Sakîne, Leyla û Fîdan banga tevlîbûna mîtînga 16ê sibatê ya li Strazburgê kir. CDK’ê ji bo meş û mitînga mezin a ku dê li Strasbourgê bê lidarxistin “Em li dijî komployê bibin dengek, vînek û dilek” kir.