Çapemeniya azad wê 'pakêta demokrasiyê' nebîne!
Çapemeniya azad wê 'pakêta demokrasiyê' nebîne!
Çapemeniya azad wê 'pakêta demokrasiyê' nebîne!
Serokwezîrê Tirk Tayyip Erdogan wê sibê bi civîneke çapemeniyê "pakêta demokrasiyê" aşkera bike. Lê belê ji bo ve civînê xebatkarên Bîrgun, Sol, Yenîçag, Ozgur Gundem, Hayat TV û ÎMC TV nehatin vexwendin.
Ji bo civîna çapemeniyê ya li avahiya nû ya Serokwezaretiyê ku saet 11.00’ê bê kirin, hatibû ragihandin ku nûner û gerînendeyêng giştî yên çapemeniya nivîskî û dîtneyî hatine vexwendin. Di vê çarçoveyê de yek bi yek li saziyan hate gerîn û ji bo civînê hatin vexwedin. Li gel rêveberên saziyan, wê nûçegîhanên rojname û televîzyonan ên li Serokwezaretiyê jî karibin bi awayekî zindî li civînê temaşe bikin.
Nûnera Rojnameya Evrenselê ya Enqerê Sûltan Ûçar ji rojnameya Cûmhûriyetê re axivî û got, “Serokwezîr gotibû ku wê pakêtê bi tevlibûneke berfireh aşkera bike. Di daxuyaniya berfireh de diyare behsa hevalbendên xwe kiriye. Di nava neynûkê de paketa demokrasiyê, bi veşartinekî antîdemokrasiyê tê aşkerakirin. Ev yek jî zanyariyên sereke girêdayî naveroka paketê diyar dike.”
Nûnerê Rojnameya Aydinlik ê Enqere Îsmet Ozçelik jî got: “Tenê ne ji bo vê civînê, heya roja îro her civîna ku Serokwezîr beşdar bûye, ez ne hatime vexwandin. Ez şaş nebûm ku em venexwendin vê civînê.”