Cansû Ozdemîr pirsa çeteyan li Senatoyê kir

Hevseroka Koma Partiya Çep a Parlamenta Hambûrgê Cansû Ozdemîr pêşnûme pirsek pêşkêşî Senatoya Hambûrgê kir û jê xwest, li ser karên xwe yên derbarê rêxistinên çete yên Selefî de daxuyaniyeke berfireh bide.

Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn (BfV) ku servîsa îstîxbarata navxweyî ya Elmanyayê ye, hefteya bihurî bi daxuyaniyekê ragihandibû ku hejmara Selefiyên li welêt gihîştiye 10 hezar û 800 kesî. Hat îdîakirin ku hejmareke kêm ji van 'milîtan' in.

Ozdemîr jî li ser mijarê pêşnûme pirsek amade kir û ji Senatoyê xwest bersiva van pirsan bide:

Li gorî agahiyên Senatoya Hambûrgê, çend Îslamî tevlî şer bûne?

Kesên navborî li kîjan welatan şer kirin an jî kîjan çalakî kirin?

Kîjan saziyên li Hambûrgê bi têkiliya xwe ya bi kesên navborî tên naskirin?

Kesên navborî bi kîjan rêxistina Îslamî/cîhadperest ve girêdayî ne?

Ji sala 2016'an û vir ve çend çete hatin girtin?

Ji sala 2016'an û vir ve lêpirsîn li çend kesan hate vekirin? Çawa bi encam bûn û çima?

Çeteyên hemwelatî hene ku di şer d cih girtine? Eger hebin xwedî kîjan hemwelatiyan e?

Senato û meqamên ewlekariyê, rêxistinên Îslamî yên cihê xwe di şer de digirin çawa pênase dike?

Li gorî pênaseya Senatoyê û meqamên ewlekariyê, Îslamiyên navborî yên tevlî şer bûne çiqasî xetere ne?

Li dijî van rêxistinan kîjan tedbîr tên girtin?