HEVPEYVÎN

Canpolat: Bidawîkirina tecrîdê têkçûna faşîzmê ye

Hevserokê TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat anî ziman ku tecrîd pirsgirêka herî mezin a van axan e û got: “Jiholêrakirina vê pirsgirêkê di destê me de ye. Bidawîkirina tecrîdê tê wateya têkçûna faşîzmê.”

BERXWEDANA LI ZINDANAN

Girtiyên siyasî yên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd di 27'ê Mijdara 2023’yan de li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin, di roja 130’emîn de çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû kirin. Girtiyên ku çalakiya xwe ya birçîbûnê bi dawî kirin, diyar kirin ku wê çalakiya wan bi “boykotkirina dadgehan, hevdîtina malbatan û telefonê” didome. Girtiyên ku di çalakiya xwe de derbasî qonaxeke nû bûne, çalakiyên xwe yên li dijî tecrîdê didomînin. 

Hevserokê TUHAF-FED'ê yê Şaxa Amedê Kerem Canpolat qonaxa nû ya çalakiya girtiyan û tecrîdê nirxand.  

ÇALAKIYÊN LI DIJÎ TECRÎDÊ MEZIN DIBIN 

Canpolat da zanîn ku ev nêzî 5 meh in li Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd kampanyayek hatiye destpêkirin û got: "Gelek çalakî hatin lidarxistin. Di çarçoveya vê kampanyayê de girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Meşa Azadiyê ya ku bi du baskan ve hatibû destpêkirin, di 15'ê Sibatê de li Xelfetiyê bi dawî bû û di tevahiya vê meşê de gund bi gund bi gel re hatin ba hev.”

ME BERPIRSIYARIYA XWE BI CIH NEANÎ

Canpolat anî ziman ku divê çalakiyên li dijî tecrîdê bên zêdekirin û wih domand: “Îro em dizanin ku di şexsê Îmraliyê de li hemû girtîgehan şert û mercên tecrîdê tê meşandin. Tecrîd li ser hemû girtiyan tê ferzkirin. Tecrîd ne tenê li ser girtiyan, li ser civaka ku qaşo bi salan e li derve ye jî tê meşandin. Helbet em vê çalakiya girtiyan jî weke rexne li yên li derve dinirxînin. Ji ber ku me nekarî bi têra xwe rojevê ragihînin û bibin dengê wan. Girtiyên li hundir hemû berpirsyariyê digirin ser xwe. Diviyabû me hemû berpirsyarî li ser milê wan nehiştiba. Lewma em xwe di vî warî de berpirsyar dibînin. Me nekarî berpirsyariya xwe bi cih bînin. Ger îro jî tecrîd bidome û em nikaribin agahiyek bigrin, ev jî bi kêmasiya me ve girêdayî ye. Di vê wateyê de em plansaziyên nû çêdikin. Dayikan Nobeta Edaletê bi dawî kirin, lê pêşniyar û daxwazên wan ên nû jî hene. Ew dixwazin li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin.” 

TECRÎD PIRSGIRÊKA HERÎ MEZIN A VÊ AXÊ YE

Canpolat diyar kir ku pêşniyarên dayikan ên wekî çûyîna meclîsê, çûyîna Wezareta Edaletê, li ber girtîgehan daxuyanî dayîn û bi hemû partiyên siyasî re hevdîtinan pêk anîn hene û wihadawî li axafina xwe anî: “Em van pêşniyaran dinirxînin. Em ê jî di çarçoveya van pêşniyaran de bixebitin. Em ê di rojên pêş de plansaziya xwe bi çapemenî û raya giştî re parve bikin. Banga me ji hemû Kurdan re ew e ku çi ji destê me tê em bikin. Em li ku dibin bila bibin, ji bo rakirina tecrîdê, aştiya li van xakan û yekîtiya xwe hewl bidin. Berpirsiyariya me ya herî mezin ew e ku em barê xwe ji ser milê girtiyan nehêlin û barê wan sivik bikin. Em dikarin bi berxwedaneke mezin tecrîdê bişkînin. Me ev yek li Wanê dît. Ger em li ber xwe bidin tiştekî ku em nikaribin bi dest bixin tune. Her kesê ku dixwaze ev şer, pevçûn û faşîzm bi dawî bibe divê destê xwe bidin hev û têbikoşin. Tecrîd pirsgirêka herî mezin a van axan e. Jiholêrakirina vê pirsgirêkê di destê me de ye. Bidawîkirina tecrîdê tê wateya têkçûna faşîzmê.”