BI DÎMEN

Cangoriyên têkoşîna azadiyê li Mannheîmê hatin bîranîn

Ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, li bajarê Mannheîmê civînek hate lidarxistin.

Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê, Meclîsa Jinê ya Ronahî Bêrîvan û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li Mannheîmê, civîneke bîranînê hate lidarxistin.

Civîn li avahiya NCDK pêk hat û gerîlayên di demên cuda de li Dersîm û Şirnexê jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn.

Malbatên cangoriyan Gamze Erol (Ceylan Bawer), Semra Elalmiş, (Peyman Kurdistan), Fatma Yagmûr (Tîjda) û Gulbahar Gurkan (Arîn Xizgînos) tevlî civîna bîranînê bûn.

Li ser navê Malbatên Şehîdan û Meclîsa Jinê Gulten Ûgûrlû, li ser navê NCDK Bînaz Acar axivîn. Xizmên gerîlayan jî mafê axaftinê girtin. Nûnerên AGÎF, ATÎK, ADHK û SYKP jî destek dan.

Merasîma bîranînê piştî nîşandana sînevîzyonê bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo" qediya.