Canan hat berdan, ji bo Tuzel biryara girtinê hat dayin

Parlamenterê berê yê DBP'ê yê Colemêrgê Esat Canan ê hatitbû binçavkirin,hat berdan. Di derbarê Parlamenterê HDP'ê yê berê Levent Tuzel de biryara girtinê hat dayîn.

CANAN HAT BERDAN

Parlamerterê berê yê BDP'ê yê Colemêrgê Esat Canan ê serê sibehê li mala xwe ya gund hatebinçavkirin, derketina derveyî welat hat qedexekirin û hate berdan.

Canan ê di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê daye destpêkirin de hate binçavkirin, li Edliyeya Geverê bi SEGBÎS'ê ve îfade da. Piştî îfadeyê Canan derket pêşberî dadger û li vir bi qedexeya derketina derveyî welat hate berdan.

DI DERBARÊ TUZEL DE BIRYARA GIRTIN Û ANINA EDLIYEYÊ HAT DAYÎN

Li aliyê din Serdozgeriya Komarê ya Amedê di çarçoveya lêpirsinekê de, di derbarê Endamê EMEP MYK û Parlamenterê HDP'ê yê berê Levent Tuzel de biryara girtin û anîna edliyeyê derxist.

Tuzel ji bo şopandina doza 10'ê Cotmehê ku çûbû Edliyeya Enqerê bi rêya SEGBİS'ê îfade dide.