Çalakvanên greva birçîbûnê di nobeta edalet û heqîqetê de ne
Çalakvanên greva birçîbûnê di nobeta edalet û heqîqetê de ne
Çalakvanên greva birçîbûnê di nobeta edalet û heqîqetê de ne
Li paytexta Fransa Parîsê Kurdistanî çalakiya ji bo aşkerakirina bersûcên komkujiya Parîsê pêk dianîn vê hefteyê ji ber çalakiya kon û greva birçîbûna saet 12.00’an destpê kirin. Kurdistaniyên tevlî çalakiya greva birçîbûnê ya duh li Parîsê ji ber êrîşên li ser Kobanê destpê kir, şeva xwe li Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistanê derbas kirin. Saet 12.00’an de li gel girseya destek da çalakiyê li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistanê ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez dest bi çalakiyê kirin.
Girseya bi daxwaza aşkerakirina bersûcên komkujiya di 9’ê Çileya 2013’an de pêk hat dest bi meşê kirin bi dirûşmayên “Li ber xwe bide Kobanê” , “Ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya polîtîk”, “Em hemû Sakîne, Leyla û Şaylemez in” û “Em hemû PKK ne” û bang li kesên derdorê kirin.
Li gel wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez flamayên KCK, KJK, PYD’ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dovîzên bal dikişîne ser pêşketinên li Koban û Şengalê hatin hildan.
Piştî di tevahiya rê de axaftinên bal dikişînin ser komkujî û pêşketinên li Kobanê hatin kirin girseya hat ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê deqeyek rêz girt.
Di çalakiyê de heman demê ji rêveberên Tev-Çand’ê ya di greva birçîbûnê de Saniye Tunç axaftinek kurt kir. Tunç got: “Xwedîderketina me ya li Sakîne, Fîdan û Leyla û lêgerîna me ya edaletê didome. Îro gelê Kurd li her alî li ser piyan e. Em jî li vir ser lingan e. Em di pêvajoyeke ku divê hemû gelê Kurdistanê rojane li ser piyan bin de ne. Me îro çalakiya xwe zû da destpêkirin. Em ê çalakiya xwe ya îro ji ber komkujiyên li Kobanê çêdibin li ber meclîsê berdewam bikin. Em ê bibin şopdarên têkoşîna Sakîne, Leyla û Fîdan” û ji bo çalakiyên ji bo Kobanê tên lidarxistin banga tevlîbûneke hîn bi hêztir hat kirin.
Piştî çalakî bi tilîlî û çepikan bi dawî bû çalakvanên greva birçîbûnê ji bo konê li ber Meclîsa Navneteweyî ya Fransa hat vedan ji qada çalakiyê veqetiyan. Çalakiya kon wê tevayê rojê bidome. Çalakvanên ku wê heya saet 19.00’ê li ber meclîsê çalakiya xwe berdewam bikin ji bo şevê wê cardin vegerin navenda Civaka Demokratîk a Kurdistanê. Çalakiya wê heya roja Şemiyê berdewam bike wê bi meşeke mezin bi dawî bibe.