Çalakvanên Bern bi rayedarên Parlamentoyê re civiyan

Çalakvanên Bern bi rayedarên Parlamentoyê re civiyan

Kurdistaniyên li ser banga “lezgîn” a Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Swîsre şeva xwe li ber Parlamentoya Bern derbas kirin, bi rayedarên Maseya Karên Derve ya Parlamentoyê re hevdîtin çêkirin.

Li ser zêdebûna êrîşên çeteyan ên ser Kobanê duh nîvê şevê Kurdistaniyên li ber Parlamentoya Swîsre heya sibê nobet girtin, îro sibê bi rayedarên Maseya Karên Derve ya Parlamentoyê re hevdîtin pêk anîn.

Hat hînbûn di hevdîtinê de mijarên weke alîkariya navneteweyî, Swîsre di têkoşîna li hemberî DAIŞ de rola aktîf bigire hatin nîqaşkirin.
Îşev li bajarên Basel û Wînterthur saet 18.00’an de wê meşên xwedîderketina li berxwedana Kobanê bên lidarxistin.