Çalakiyên piştevaniyê yên bi Kobanê re li Goteborg didomin
Çalakiyên piştevaniyê yên bi Kobanê re li Goteborg didomin
Çalakiyên piştevaniyê yên bi Kobanê re li Goteborg didomin
Kurdistaniyên li bajarê Goteborg ên Swêd dijîn çalakiyên xwe yên ji roja Pêncşemê ve bi armanca balê bikişînin ser êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê didomînin.
Çalakvanên li ber Stora Teatern (Şanoya Mezin) kon vedane, ji bo civaka Swêd der barê pêşveçûnên Kobanê de agahdar bibin belavokan belav dikin. Di kon de ku alên YPG, PYD, PKK posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin di pêşangeha resman a li ber kon resmên hovîtiya çeteyên DAIŞ û berxwedana YPG/YPJ’ê nîşan didin cih digirin.
Li gel çapemeniya xwecihî di televîzyona Dewletê ya Swêdê de çalakiyên Kurdistaniyan ji raya giştî re tên ragihandin.