Operasyonên qirkirina siyasî yên AKP/Qesrê, ku li dijî HDP'ê tên meşandin, li eyaleta Voralberg a Awûstûrya, li bajarên Malmo û Bollnas ên Swêdê û li bajarê Avîgnon ê Fransayê bi rengekî girseyî hatin şermezarkirin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
duşem, 14 sermawezê 2016, 07:02
Operasyonên qirkirina siyasî yên AKP/Qesrê, ku li dijî HDP'ê tên meşandin, li eyaleta Voralberg a Awûstûrya, li bajarên Malmo û Bollnas ên Swêdê û li bajarê Avîgnon ê Fransayê bi rengekî girseyî hatin şermezarkirin.
VORALBERG
Kurdistaniyên li eyaleta Voralberg a Awûstûryayê dijîn, ji bo zextên li ser HDP'ê şermezar bikin tevî dostên xwe meşiyan. Saziyên Tirkiyeyî û Awûstûryayî jî destek dan çalakiyê. Di meşê de dirûşmên "Kujer Erdogan" û "Terorîst Tirkiye" bi zimanê Elmanî hatin qîrîn.
Çalakgeran alên HDP, KCK, Parîzan û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan. Meş piştî axaftinan qediya.
MALMO
Li bajarê Malmo yê Swêdê, Kurdistanî û dostên wan ji bo şermezarkirina girtina parlamenterên HDP'yî careke din daketin qadan.
Çalakî li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Malmo, Komîteya Rojava û Komîteya Bakur pêk hat û YNK û Tevgera Goran jî destek dan.
Çalakgeran pankarta bi nivîsa "Em dixwazin hemû HDP'yiyên hatine girtin bên berdan" bi peykerê li meydana Mollanvogê ve daliqandin û dirûşmên "Destên xwe yên bi xwîn ji HDP'ê vekişînin", "HDP gel e gel em in", "Dest nede vîna min", "AKP a faşîst wê hesab bide" qîriyan.
Di çalakiyê de ku bi beşdariya 250 kesî pêk hat, nûnerên rêxistinên amadekar axivîn û gotin, AKP/Qesrê darbe li vîna gel kiriye, parlamenterên HDP'yî yên bi 6 mîlyon dengî hatine hilbijartin û hevşaredar girtiye, lê ew vê yekê bi ti awayî qebûl nakin. Nûneran bang li hikûmeta Swêdê û Yekîtiya Ewropayê kirin, ji bo danekirinan li ser Tirkiyeyê ferz bikin.
BOLLNAS
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Gavle, bi heman armancê li Komuna Bollnas a Swêdê meş û mîtîngek lidar xist.
Girseya gel li stasyona trenê li hev civiya, pankartên bi nivîsa "Ev yek dilopa dawî ye ku sebrê difûrîne", "Kes nikare me bêdeng bike", "Yekîtiya Ewropa çavên xwe veke", "Dîktatoriya Erdogan rawestînin", "Destên xwe yên faşîst ji ser hilbijartiyên Kurd vekişînin" hilda û dirûşmên "Dest nede vîna min", "Faşîst Erdogan" qîriya.
Şêniyên vî bajarî jî bi baldarî çalakî şopandin. Çalakger ji stasyona trenê heta navenda bajêr meşiyan û mîtîngek pêk anîn. Di destpêkê de Serokê Komuna Bollnasê Yûsûf Qamişlo ji çalakgeran re axivî. Qamişlo got, "Bûyerên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê diqewimin ji hev ne cuda ne."
Piştî axaftina Qamişlo daxuyaniya Komuna Bollnasê ji aliyê Şivan Haco ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de ji Yekîtiya Ewropa û Swêdê hat xwestin, derhal li ber Erdogan rabin û hat xwestin bi Ocalan re hevdîtinên aştiyê dest pê bikin, wekîlên Kurd serbest werin berdan û saziyên çapemeniyê yên hatine girtin, ji nû ve dest bi weşanê bikin.
Çalakî bi qîrîna dirûşmên li dijî AKP û dewleta Tirk, qediya.
AVÎGNON
Operasyonên qirkirina siyasî yên faşîzma AKP/Qesr li dijî gelê Kurd dimeşîne, li bajarê Avîgnon ê Fransayê bi meşekê hate şermezarkirin.
Meş bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û AKM ve hat organîzekirin û saet di 14:00 de ji ber stasyona trenê ya Avîgnonê dest pê kir, heta navenda bajêr dewam kir.
Di meşê de dirûşmên "Bijî HDP", "Dest nede vîna min", "Bijî Serok Apo", "Kurdistan wê li faşîzmê bibe goristan", "Em li dijî faşîzmê bi hev re tevbigerin", "Faşîst AKP-Dîktator Erdogan", "Kujerê zarokan Erdogan" hatin qîrîn.
Piştî meşê mîtîngek hate lidarxistin û li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û KCDK-E axaftin hat kirin. Qisekeran ji Kurd û dostên wan ên li Ewropayê xwest, dakevin qadan û xwedî li vîna xwe derkevin.