Çalakiyên ji bo azadiya Ocalan li gelemperiya Brîtanyayê belav bûn
Çalakiyên ji bo azadiya Ocalan, ku ev hefteyeke li bajarên cuda yên Brîtanyayê tên lidarxistin, duh li London, Newport, Brîghton û Readîngê dewam kirin.
Çalakiyên ji bo azadiya Ocalan, ku ev hefteyeke li bajarên cuda yên Brîtanyayê tên lidarxistin, duh li London, Newport, Brîghton û Readîngê dewam kirin.
Li ser banga Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê, di çarçoveya çalakiyên bi dirûşma "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu" de li bajarên London, Readîng, Brîghton û Cardîff ên Îngilîstanê kon hatin vedan.
CIWANÊN AZAD ÇALAKIYA KON A LI LONDONÊ DEWR GIRT
Çalakiya kon ku ev hefteyeke li navendên cuda yên Londonê tê lidarxistin, belav dibe. Her hefte saziyeke cuda vê çalakiyê dewr digire. Di roja dawî ya çalkaiyê de ciwanên ji endamên Ciwanên Azad çalakî dewr girtin.
Çalakiya ku wê îro bi dawî bibe, li meydana Trafalgarê pêk hat. Di nava rojê de belavok hatin belavkirin û ji bo azadiya Ocalan îmze hatin berhevkirin.
BRÎGHTON
Li Brîghtonê jî, di çaroveya kampanya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, stant hat vekirin û agahî ji raya giştî ya Brîtanyayê re hat dayîn. Di çalakiyê de tecrîda li ser Ocalan hat şermezarkirin û der barê komkujiyê dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê dikin de belavok hatin belavkirin.
NEWPORT
Li herêma Newprot a Cardîffê kon hat vedan û belavokên ji daxwazên azadiya Ocalan hatin belavkirin. Her wiha li ser şerê dewleta Tirk li Kurdistanê dimeşîne, agahî hat dayîn. Çalakî wê sê rojan dewam bike. Di roja yekemîn a çalakiyê de ji bo azadiya Ocalan bi sedan îmze hatin hevdan.
READÎNG
Bajarekî din ê li ê heman çalakî hat lidarxistin, Readîng e. Li vî bajarî stant hat vekirin û zarokan belavokên bi zimanê Îngilîzî belav kirin. Di belavokan de bal tê kişandin ser polîtîkaya tecrîdê ya li ser Ocalan. Li ser pirsgirêka Kurd û rewşa Ocalan agahî ji mirovên li derdorê re hat dayîn.