Çalakiyên ‘Çarşema Sor’ ên jinan didomin
Çalakiyên ‘Çarşema Sor’ ên jinan didomin
Çalakiyên ‘Çarşema Sor’ ên jinan didomin
Meclîsa Jinan a HDP-HDK’ê ya Stenbolê ku bi armanca piştgiriya bi jinên Rojava, Şengal, Nînova û Gazze re her Çarşem çalakiya rûniştinê ya bi navê “Çarşema Sor” li dar dixin, çalakiya xwe ya duyemîn pêk anîn.
Meclîsa Jinan a HDP-HDK’ê ya Stenbolê bi armanca piştgiriya bi jinên li Rojava, Şengal, Nînova û Gazze bi komkujiyan re rû bi rû ne her hefte roja Çarşemê li ber Lîseya Galatasaray, Şîrînevler û Kadikoy bi navê "Çarşema Sor” pêk tînin. Meclîsa Jinan duyemîn çalakiya xwe ya rûniştinê ya 2 saetan li dar xist.
Jinên li ber Lîseya Galatasaray kom bûn, pankartên, "Ji Şengal heta Gazze, ji Rojava heta Lazkiye, ji Licê heta Nînova bijî piştgiriya Jinan” û "Jinên Rojava ne bi tenê ne, Her cih Rojava her cih berxwedan" vekirin. Jinan dirûşmayên; "Jin jiyan azadî" û "Tecawizkar DAIŞ, hevkar AKP” gotin. Di çalakiya rûniştinê de daxuyaniya hefteyê ji aliyê endama Meclîsa Jinan a HDP-HDK’ê Hulya Avşar ve hat dayîn.
'BÊDENGÎ HEVKARIYA JI SÛC RE YE'
Avşar, diyar kir ku li Şengal, Rojava û Nînova hikûmeta AKP’ê hevkarê hovîtiya DAIŞ e û got, "Divê AKP tavilê dest ji vê polîtîkaya xwe ya dijminê jinan berde.” Avşar got ku divê kesek li hember vê hovîtiyê bêdeng nemîne û wiha dewam kir, "Em ê bêdeng nemînin, em ê piştgiriyê bidin hev, em ê bi dijminên jinan re şer bikin.”
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê ya jinan dewam kir.