Çalakiya li navenda CDU ya Dortmund bi dawî bû

Çalakiya li navenda CDU ya Dortmund bi dawî bû

Yekîtiya Xwendekarên Kurdistan û Ciwanên Azad bi armanca xwedîderketina li berxwedana Kobanê û şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ku li avahiya Navenda Dortmund a CDU ya yek ji şirikê hikûmeta koalîsyonê ye çalakî dabûn destpêkirin. Bi dawî kirin.

Îro saet 14.30’an komeke ji 17 kesên endamên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistan (YXK) û Ciwanên Azad bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ û xwedîderketina li berxwedana Kobanê li avahiya CDU a Dortmund ku yek ji şirîkê  hikûmeta koalîsyonê ye çalakiyek pêk anîn.

Di çalakiya ku Partiya Çep û rêxistina ciwanan a NRW jî ku pişrtgirî da ciwanan piştî çalakiya rûniştinê ya avahiyê bi yek ji rêveberê Partiya CDU ya Dortmund Sascha Mader re hevdîtin pêk anîn.

Di hevdîtina ku saetekê dewam kir, ciwanan der barê berxwedana Kobanê, êrîşên çeteyên DAIŞ, piştgiriya Tirkiye ya ji çeteyan re helwesta kêm a Elmanya û CDU de agahdarî dan û û daxwazên xwe pêşkeş kirin.

Sascha Mader jî got ku di gelek mijaran de ciwanên Kurd û gelê Kurd fêm dike, DAIŞ ji bo tevahî mirovatiyê tehdîdeke û nêzîkatiya Tirkiyeyê ya ji DAIŞ re ne rast e.

Çalakvanan ji bo parlamenterên Federal û rêveberiya partiya CDU re bê radestkirin dosyayeke çapemeniyê û der barê çalakiyê de daxuyaniyeke berfireh a bi Elmanî pêşkeş kirin.

Ciwanan paşê bi endamê Parlamentoya Federal ê  CDU Steffen Kanitz re bi telefonê hevdîtinek pêk anîn. Kanîtz, soz da ciwanan ku li Berlînê di rojên pêşiya me de hevdîtinekê pêk bînin.

Ciwanên saet 17.00’an dawî li çalakiya xwe anîn gotin ku wê çalakiyên bi heman rengî bidomînin.