Çalakiya li ber Meclîsa Neteweyî ya Fransa di roja duyemîn de ye

Çalakiya li ber Meclîsa Neteweyî ya Fransa di roja duyemîn de ye

Çalakiya kon û greva birçîbûnê ya bi armanca balê bikişîne ser êrîşên li ser xeta Kobanê û Rojava-Şengalê li ber Meclîsa Neteweyî ya Fransa destpê kirine di roja duyemîn de ye.

Kurdistaniyên çalakiyê didomînin ji bo 3 jinên Şoreşger ên Kurd piştî çalakiya ku her hefteyê li dar dixin, piştî meşa pêk anîn hatin ber Meclîsa Neteweyî ya Fransa.
Polîsan heya demekê destûr nedan konê ji bo çalakiyê hat vedan. Piştî rêveberên CDK-F hevdîtin bi rayedarên polîsan re pêk anîn kon car din hat vedan.

Dema çalakvanan axaftinên xwe yên kon didomandin daxwaza hevdîtinên bi parlamenterên Komîsyona Karên Derve ya CDK-F’ê re ji Meclîsê re ragihandin. Piştî çalakî heya saet 19.00’an dewam kir ên tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûne wê bi şev li Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistanê bimînin.