Çalakiya ji bo Kobanê ya li Toronto didome
Çalakiya ji bo Kobanê ya li Toronto didome
Çalakiya ji bo Kobanê ya li Toronto didome
Kurdistaniyên li Toronto bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê û xwedîderketina li berxwedana Kobanê ku bi rojane li ser piyan çalakiyên xwe didomînin. Çalakvan dixwazin dewleta Kanada ji bo Kobanê bikeve nav tevgerê.
Li bajarê Toronto yê Kanada Kurdistanî bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê û xwedîderketina li berxwedana Kobanê ku bi rojane çalakiyên xwe didomînin li nuqteya ku Cadeya Dandas û Yong digihêje hev li ber navenda kirîn û firotinê çalakiyekê li dar dixin. Di çalakiya ji aliyê Komeleya Kurd a Toronto ve tê organîzekirin, çalakvan dixwazin dengê Kobanê bigihênin raya giştî ya Kanada û dewleta Kanada bikeve nav hewldanan.
Çalakiya ku li gor saeta herêmê 10.00’an destpê kir wê saet 17.00’an bi da wî bibe. Kurdistaniyên di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KCK’ê, dowîzên “Kobanê biparêzin”, “Kanada Kobanê bibîne”, “Ji Kurdistan re azadî” hildan.
Hat ragihandin ku wê çalakî sibe li ber Parlamentoya Orlento bidome.